Karwanê ji Dêr Hafirê vegeriya ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin

  • 19:01 11 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran kesên ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmên “Şehîd namirin û bijî berxwedana Şêxmqsûd” pêşwaziya karwana ji Dêr Hafirê vegeriya kirin.
 
Bi hezaran gelê bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberên Efrînê li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ji bo pêşwaziya karwanê ji Dêr Hafirê hat kom bûn. Karwan duh ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji kantona Cizîrê çûbûn Dêr Hafirê. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Rojava jî li zanîngehê daxuyaniyek dan. Xwendekara beşê Bijîşkî Hêvî Mîrzo daxuyanî xwend. Hêvî êrişên hovane yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şermezar kir û got: “Kiryarên hovane li ber çavên cîhanê û saziyên mafên mirovan pêk hat. Ew êrîşa li ser her taxan binpêkirina peymana 10’ê Adarê û peymana 1’ê Nîsanê bû. Em berxwedaniya gel û şervanên berxwedêr pîroz dibînin.” Di daxuyaniyê de ala Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin hildan.
 
Gel, xwendekar û koçberan bi dirûşmên “Şehîd namirin, bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Efrefiyê, bijî berxwedama Asayîş, bijî Serok Apo”, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê, sembolên serkeftinê karwan pêşwazî kirin.