ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2026’AN
- 09:00 2 Nîsan 2026
- Rojev
*Xwendekar Berîtan Kizilkaya diyar kir ku ew ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê nabînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin û got ku divê zimanê Kurdî bi dersên bijarte ve sînordar nemîne û divê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. DÎMEN HEYE
*Ciwanên enternasyonalîst ên ku hatin Amarayê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe û gotin, "Em li ser azadiya wî israr dikin. Em vê yekê wekî hêviya herî mezin a ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn dibînin; em têkoşîna ji bo vê wek berpirsiyariya xwe dibînin."
DÎMEN HEYE
*Wendy Lyon bal kişand ser rola diyarker a Abdullah Ocalan a di pêvajoya aştiyê de û tekez kir ku pêvajo bêyî têkiliyê bi wî re nikare pêş bikeve û got, "Ji ber ku pêvajoya aştiyê nikare yekalî be. Ev pêvajoyek lihevkirinê ye û divê wekî teslîmbûn neyê dîtin." DÎMEN HEYE







