ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 21 Nîsan 2026
- Rojev
* Jinên ku beşdarî Meşa Gemlîkê bûn, girîngiya serbestberdanê ya Rêberê Gelê Kurd dubare kirin û gotin, "Em jiyanek bê wî naxwazin." DÎMEN HEYE
* Li Gimgimê, welatiyên ku li dijî projeya JES’ê ya ku dê bandoreke neyînî li 16 gundan bike li ber xwe didin gotin: "Em ê li dijî talankirin û qirkirina xwezayê li ber xwe bidin û em ê bi hev re welatê xwe biparêzin." BI DÎMEN
*Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê, Adalet Kaya derbarê doza Gulistan Doku de got, "Divê her mirina jinekê ku hewl tê dayîn wekî xwekuştin were veşartin, bi baldarîtir were lêkolînkirin." DÎMEN HEYE
*Berdevka YRJ'ê Emel Mihemed di salvegera 128 ya Roja Rojnamegeriya Kurdî de axivî û anî ziman ku li ser rojnamegeran êrîşek dijwar heye lê rojnamgerên kurd dixwazin bibin dengê gelê xwe û got,"Divê herî zêde rojnameger yekitiya gelê Kurd bixwazin." DÎMEN HEYE
*Piştî doza Gulistan Doku, bûyerên tacîz û tecawizê li Dêrsimê yek bi yek derdikevin holê. Me têkildarî Serokê Navenda TUGVA’yê yê Dêrsimê Bariş Demîrcan de nûçeyên têkildarî destdirêjiya li jinan kiriye, çêkiribû û gelek jinan xwe gihandin me û ev rastî careke din derxistin holê.







