Mîhrîcana Navneteweyî ya Derhênerên Jin dê dest pê bike
- 12:06 22 Nîsan 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 9’emîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Derhênerên Jin ku di 24’ê Nîsanê de dest pê dike, dê malovaniya 69 fîlmên ji 29 welatan bike.
Îsal dê 9’emîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Derhênerên Jin, li Îzmîrê bê lidarxistin. Mîhrîcan wê di 24’ê Nîsanê de dest pê bike û heya 29’ê Nîsanê jî dê berdewam bike.
Armanca mîhrîcanê ew e ku derhênerên jin û jinên ku di vê pîşesaziyê de dixebitin bîne gel hev. Her wiha derhênerên jin û fîlmên wan bêtir xuya bikin, piştgiriya derhênerên jin bike, di heman demê de rê li ber derhênerên ciwan veke.
Bernameya mîhrîcanê 69 fîlmên ji 29 welatan, 5 atolye, 2 masterklas û nîqaşan dihewîne. Atolye û çalakî dê li Navenda Çanda Fransî, Navenda Çanda Îtalyayê û Navenda Hunerê ya Ehmed Adnan Saygun pêk werin.







