FÎSA: Di salekê de 892 zarokan ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da

  • 12:27 23 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê ragihand ku di nava salekê de 892 zarokan bi sedemên dikariya pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku 95 zarok jî di cînayetên kar de mirine. 
 
Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê, rapora xwe ya “Li Tirkiyeyê Mafê Zarokan” a sala 2025’an parve kir. Li gorî raporê, di sala 2025’an de herî kêm 892 zarokan ji ber sedemên dikariya pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hate destnîşankirin ku êrişên li dijî dibistanên Riha û Mereşê careke din asta tundiya li dijî zarokan raxistiye pêş çavan. Hat gotin ku dema li daneyan dinihêrin, dibînin ku bûyerên diqewimin ne ferdî ne û encama polîtîkayên zarokan naparêzin in. 
 
Hat destnîşankirin ku ji 892 zarokên jiyana xwe ji dest dan 599 jê zarokên kur û 251 jî zarokên keç in. Her wiha agahiyên zayendê yên 42 zarokan jî nehatin bidestxistin. Di raporê de bajarên herî zêde zarokan lê jiyana xwe ji dest dane jî hatin aşkerakirin. Li gorî vê; ji zarokan 74 jê li Rihayê, 57’an li Stenbolê, 40’an li Boluyê, 38’an li Dîlokê, 38’an li Konyayê, 27’an li Edeneyê, 27’an li Hatayê, 28’an li Amedê, 28’an li Kocaeliyê û 25’an jî li Mêrsînê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bi domdarî hate diyarkirin ku herî kêm 103 zarokan di encama sersariya peywirdarên cemaweriyê de jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 789 zarokan jî ji ber polîtîkayên kêm ên parastin-pêşîgirtinê yên dewletê, xizmetên kêm, bicihneanîna berpirsyartiyên sererastkjirin û venihêrîn di encama bûyerên weke întîhar, biçekbûna şexsî, pevçûnên di navbera aliyên cuda de, mirinên biguman, karesat, bûyerên tundiyê, cureyên terkexemiyê û cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
95 zarokan ji ber şert û mercn kar jiyana xwe ji dest dan 
 
Li gorî raporê; herî kêm 95 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane. Dii nava vê hejmarê de zarokên di çarçoveya MESEM’ê de bi statuya “xwendekar” cih digirtin jî hene: Şerafettîn Başarir (15), Arda Dîrmîllî (15), Yagiz Yildiz (17), Alperen Uygun (16) û Muhammed Kendîrcî (15) di sala 2025’an dema di bin navê “perwerdeyê” de dihatin xebitandin, di cînayetên kar de hatin qetilkirin. 
 
33 zarokan bi gûman jiyana xwe ji dest da 
 
Di berdewamiya raporê de hat daxuyandin ku herî kêm 33 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku binpêkirinên mafan ên zêde, pirsgirêkên di mijara xwegihandina xizmetê de, xizanî, tenêtî, tundî, dûrxistin û bêewletî û beêtemînatî çendek sedemên sereke yên van mirinên zarokan in. Hat gotin ku ev mirin, encama polîtîkaya qels a di mijara parastina tenduristiya ruhî ya zarokan e. 
 
Biçekbûna şexsî 
 
Hat destnîşankirin ku di sala 2025’an de herî kêm 18 zarokan di encama biçekbûna şexsî de jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku ev mirin dema zarok bi çeka li malê re dilîstin, di dema li dawetan de gule dihatin berdan,  pevçûnên ji nişka ve û hwd. de çêbûne. Bi domdarî di raporê de wiha hate gotin: “Pêşîlêgirtina biçekbûna ferdî ne tenê meseleyeke ewlehiyê ye; di heman demê de ji bo parastina mafê jiyanê ya zarokan divê weke berpirsyartiyeke lezgîn û sereke were dîtin.” 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku ji zarokên jiyana xwe ji dest dane 21’an jê ji ber tundiya hevtemenên xwe, 10’an ji ber tundiya nava malê, 14’an di cînayetên zarokan de û 14’an jî di encama tundiya zayenda civakî de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de hate gotin ku mirinên zarokan ên hatine jiyîn encama kêmasiya di mekanîzmayên parastina zarokan de û polîtîkayên ne li ser bingeha maf in.