Almaz Romî: Em ê destkeftiyên jinan biparêzin

  • 09:03 26 Nîsan 2026
  • Rojane
 
Jiyan Gencan
 
KOBANÊ- Şaredara Kobanê Almaz Romî, diyar kir ku wek jinekê wê destkeftiyên jinan bi xebat û têkoşîna xwe biparêzin û got " Di nava entegrasyonê de rola jinan a herî girîng e. Divê destkeftiyên jinan werin parastin."
 
Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de di 9’ê Nîsanê  de Almaz Romî ku jinek Kurd e ji aliyê Waliyê Helebê ve şaredar tayînî Kobanê hat kirin. Ew tayînkirin di nava entegrasyonê de ji bo jinan pêngaveke girîng tê dîtin. 
 
Almaz Romî ya ku şaredar hat tayînkirin girîngiya erka xwe û xebatên ku wê ji bo gel û jinan bike ji ajansa me re vegot.
 
'Ez dixwazim nûnertiya hemû jinan bikim'
 
Almaz Romî, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di nava entegrasyonê de erkdarkirina jinan girîng e û wiha got: " Di nava entegrasyona ku bi hikumeta Şamê re hat destpêkirin cara yekem ez wekî jinek kurd şaredar tayînî Kobanê hatim kirinlin. Şeredarî erkek girîng û berfirehe ez wekî jinekê  di nava wê xebatê de nûnertiya jinan dikim. Îrade û hebûna jinan careke din derket holê ku dikarê bi têkoşîne her tiştî bi ser bixe. Ew encama têkoşîna salan a jjinên kurd e. Di şoreşa 19' tîrmehê de jinan pêşeng tî kir û hîn jî dikin. Di warê siyasî, leşkerî û civakî de jinan hertim pêşengtî kirine. Cara yekem li Kobanê jinek dibe Şaredar û di vê de keda jinan heye. Jin destkeftiyên xwe yên şoreşê bi keda xwe diparêzin. Hebûna min a li şaredariyê bi îrade û hêza jinan çêbû. Ez ê di erka xwe de bibim nûnera îradeya jinan."
 
'Ji ber şer bajarê Kobanê gelek wêran bûye'
 
Almaz Romî anî ziman ku bajarê Kobanê ji ber şerên giran gelek xebat jêre divê û wiha anî ziman: " ji sala 2014'an de heta roja îro li Kobanê şer hertim berdewam kiriye û vî şerî bajar wêran kiriye. Xizmet û xebatek berfireh ji bo Kobanê pêwîstiyek e. Berê jî kar û xebat dihatin kirin lê ji ber berdewamiya şer her nîvco diman. Ji bo tamamkirina projeyên avakirina bajêr wê plansazî û rexistinbûnek baş derkeve holê. Ji bo bedewiya Kobanê û girîngiya Kobanê wê xebatên me hebIN û çi l azim bike em ê bikin û bajarê xwe ava bikin. Em dixwazin ji bo gelê xwe xizmeteke baş bikin. Nerazîbûnên gelê me hene û em wê di cih de dibînin.  lê di wê entegrasyonê de erka me ew e ku em xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji bo xizmeta gelê me ez ê hertim di nava kar de bim û ji bo zêdetir başkirina rewşa bajarê Kobanê bixebitim."
 
'Ji bo jinan projeyên me hene'
 
Almaz Romî diyar kir ku di şaredariya Kobanê de ji bo jinan projeyên wan hene û ew yek anî ziman: " Di şaredariyê de hejmara jinan zêdetir e. Gelek jinên endezyar di nava kar de cihê xwe digrin. Di dema pêş de wê ji bo jinan proje werin çêkirin.  Hejmara jinan jî di nava xebatan de baş e, di şaredariyê de keda jinan li pêş e û ew jî cihê şanaziyê ye. Şaredarî nûnertiya îradeya gel e. Ji ber wê ji bo ku em xwedî li mafên jinan û gel derkevin ez ê di nava gel de bim. Em ê cîvînên gel çêbikin û nerînên gel bigrin û gel gohdar bikin. Ji bo xizmeta jin û gelê me em ê bixebitin.  Em ê li kolanan xizmetê bikin. Hebûna me ji bo xizmeta gelê me ye."
 
Ezê ji bo Kobanê bixebitim'
 
Almaz Romî anî ziman ku divê jin hîn zêdetir xwedî li têkoşîna xwe derkevin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " berhema têkoşîna jinan her roj zêdetir derdikeve holê. Divê jin hîn zêdetir kar û xebatan bidin meşandin. Di hikumeta nû ya Sûriyeyê de divê jin cihê xwe bigirin û parastina destkeftiyên xwe bikin. Di nava wê entegrasyonê de rola jinan ya herî girînge. Ger ez îro Şaredar im, ev bi saya ked û têkoşîna jinan e. Divê em destkeftiyên xwe bi her awayî biparêzin. Peyama min ji bo gelê Kobanê jî em ê her ji bo gelê xwe kar bikin, xizmetê bikin. Lê divê gel jî piştgiriya me bike."