'Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne'
- 09:04 27 Nîsan 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Parêzer Gulseren Yolerî der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş de axivî û got: “Neçareseriya pirsgirêka li girtîgehan polîtîkayeke dewletê ye. Yanî di vir de polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin. Bi vê polîtîkayê re girtiyan ber bi mirinê ve dibin û rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedibe.”
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin. Pirsgirêk nayên çareserkirin û di raporên binpêkirinê de jî bê navber ‘polîtîkaya bi zanebûn’ tê ziman. Di rojên borî de şaxa ÎHD’a Stenbolê, rapora binpêkirina mafan a sê mehan ya li girtîgehên Marmarayê parve kir. Di raporê de hezar û 602 binpêkirin hatin tespîtkirin. Hat diyarkirin ku 8 ji herêma Marmarayê, ji 14 girtîgehan serlêdan hatine kirin. Her wiha hat diyarkirin ku 3 ji girtîgehên Marmarayê, 2 jê ji girtîgehên derveyê Marmarayê bi giştî 5 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Parêzer Gulseren Yolerî der barê tabloya heyî de axivî.
Li girtîgehan mirinên bi guman
Gulseren Yolerî daxuyakirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin û her tim di alî çareseriyê de bang li rayedaran dikin. Gulseren Yolerî wiha dirêjî dayê: “Di mijara girtîgehan de pêşîgirtina binpêkirina mafan de berpirsyarî dikeve ser milê dewletê. Ji ber vê jî em her carê berpirsyariya dewletê bibîr dixin.
Lê bi taybet mirinên li girtîgehan tabloyek cidî ye. Bersivên ku wezareta dadê ji ser pêşnûmepirsan dide aliyê esas yê vê tabloyê nîşan dide. Tevî vê tedbîrek nayê girtin. Em şahidiya mirinên girtiyan yên ku ber bi mirinê ve diçin, dikin.”
Girtiyên nexweş
Gulseren Yolerî balkişand ser girtiyên nexweş jî û wiha got: “Mafê dermankirina girtiyên nexeweş tê astengkirin. Lê heman demê de zextên psîkolojîk tên kirin, pêkanînên giran mijara gotinê ne. Di raporên me de kêliyên van tiştên tên jiyîn tên dîtin. Em di raporên de bi sernavan binpêkirinên mafan didin xuyakirin.”
Li girtîgehan grevên birçîbûnê
Gulseren Yolerî li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî sekinî û wiha anî ziman: “Neçareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan wek polîtîkayeke dewletê li pêş me ye. Yanî di vir de polîtîkayek bi zanebûn tê meşandin. Girtî ber bi mirinê ve diçin. Di rapora me ya sê mehan a meha çile, sibat û Adarê ya 2026’an de me 1602 binpêkirinên mafan tespît kir. Em demeke ku îşkence û pêkanînên nebaş tên jiyîn dibînin. Ligel van yek ji nokteyekee girîng a li girtîgehan grevên birçîbûnê ne. Li girtîgehên mîna Tîpa Bîran e grevên birçîbûnê didomin. Divê pêşî li binpêkirinên mafan bên girtin.”







