Rêxistinên çapemeniyê:Xebatên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin
- 14:12 3 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - Rojnamegeran, diyar kir ku rojnamegerî sûc nîne û berpirsyartiyeke civakî ye. Her wiha hat destnîşan kirin ku xebatên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin û banga berdana rojnamegerên girtî kirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Haber-Sen û Nûnertiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Rojnamegerên Ewropayî, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji rojnamegerên girtî re” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê rojnameger Dîren Yurtsever xwend.
Dîren Yurtseverê diyar kir ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji nav 180 dewletan cîhanê de di rêza 163’yan de cih digirê û da zanîn rojnameger ji ber kar û xebatên xwe tên girtin. Dîren Yurtseverê destnîşan kir ku bi girtina rojnamegeran mafê wergirtina agahiyan a gel jî tê astengkirin.
Di berdewamê de Dîren Yurtsever xwest sepanên li pêşiya rojnamegeriyê wek astengî disekinin bên bidawîkirin û ev daxwaz rêz kir:
*Divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
*Divê sepanên ku xebatên rojnamegeriyê weke ‘sûc’ bi nav dike demildest bi dawî bibin.
*Qanûnên ku li pêşiya azadiya raman û xebatên rojnamegeriyê ne divê bên rakirin.
*Ji bo rojnamegeran divê ewlehiya xebatan pêk were û sepanên li pêşya mafê sendîkabûnê bên rakirin.
Piştî daxuyaniyê nav û nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin û daxwaza azadiya wan hate kirin.







