DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

  • 12:07 4 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - DBP, bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBPê di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û peyama xwedîderketina li mîrateya berxwedanê da.
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi minasebeta 4ê Gulana 1937an ku wekî roja destpêka fermî ya Terteleya Dêrsimê tê zanîn, daxuyaniyeke nivîskî da. DBPê di daxuyaniyê de hemû qurbaniyên qirkirina ku beriya 89 salan pêk hatibû bi rêzdarî û minetdarî bi bîranîn û destnîşan kir ku Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e.
 
‘Armanc tunekirina vîna gelê Kurd bû’
 
DBPê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdan û destnîşan kir ku qirkirina Dêrsimê ne tenê herêma derwêşan, di heman demê de tevahiya Kurdistanê kiriye armanc û wiha domand: “Qirkirina Dêrsimê ya ku ji aliyê rêveberiya nijadperest ve hate plankirin, hemû Kurdistan hedef girt. Ji ber ku îradeya berxwedanê, ruhê azadiyê û helwesta biryardar a ku li Dêrsimê hebû; hêz dida doza hemû gelê Kurd. Tevahiya cîhan haydar bû ku di nasnameya Dêrsimê ya rengîn de ji zilmkaran re îtaat, ji qirkeran re çokdan û ji dagirkeran re xizmetkarî tune bû.”
 
‘Tu hêzê nikarîbû vê vînê bişkîne’
 
DBPê diyar kir ku avakarên komara yekperest li hemberî Kurdan hemû cûre rêbazên leşkerî û polîtîkayên asîmîlasyonê bi kar anîne û axa wan şewitandine. DBPê her wiha bal kişand ser nêzîkatiya zayendperest a li dijî jinên Kurd û wiha domand: “Tevî van hemû kiryaran, ti rêbaz û hêzê nikarîbû îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişkîne. Ev îrade ji Elîşêr û Zerîfeyan, ji Seyîd Riza û Besêyan ji me re mîrate maye.”
 
‘Em ê têkoşîna wan bidomînin’
 
DBPê di dawiya daxuyaniyê de girêdayîbûna bi tekoşîna jiyaneke wekhev û azad dubare kir. DBPê ragihand ku berxwedana dîrokî ya li Dêrsimê îro jî bi dirûşmeya ‘Di mirovbûnê de israr kirin’ didome û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tiştê ku desthilata înkarker û tuneker hilweşîne, tenê pergala komunal e. Divê gelê Kurd bi rêbertiya Birêz Ocalan bigihe jiyaneke wekhev û azad. Em weke Partiya Herêmên Demokratîk li ber bîranîna giyanên ku li Dêrsimê hatin qetilkirin bejna xwe ditewînin. Bila bê zanîn ku em ê têkoşîna wan bi biryardarî bidomînin.”