Rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê hevdîtin li xizmên girtiyan qedexe kir

  • 13:43 14 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL- Li sê kesan ji ber silav dan girtiyên din di dema serdana girtîgehê de, ji bo mehekê qedexeya serdanê hat birîn.
 
Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hevdîtin li xizmên girtiya bi navê Hatîce Yildiz; Ferhat Yildiz, Fînce Akmanû Fırat Kaya kir, ji ber ku girtiyên din silav kirin.
 
Fînce Akman bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku hevgirtina bi girtiyên di girtîgehan de wekî sûc tê nîşandan û got, "Hemû girtî xizmên me ne. Çi ceza bidin me jî em ê berdewam silavê bidin hev."
 
Hat hînbûn ku xizmên girtiyan û parêzerên wan dê li dijî qedexeya serdanê ya rêveberiya girtîgehê serî li rêyên qanûnî bidin.