Jî Meclisa Cîwanan ji bo tevlibûna pêvajoyê bîryara çalakiyan
- 13:05 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Meclisa Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di civîna xwe ya Lijneya Meclisa Giştî de destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe û biryar girtin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakî û bernameyên cûr bi cûr pêk bînin.
Meclisa Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi endamên xwe yên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê re hatine di navbera 1ê û 5ê Tîrmehê de li Amedê civiyan. Ciwanên ku çar rojan perwerdehiya xwe pêk anîn di 5ê Tîrmehê de jî Lijneya Meclisa Giştî li dar xistin û danezana encamê aşkera kirin. Di danezanê de hate diyarkirin ku rojeva siyasî ya li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê, bi taybetî jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye nirxandin û hate ragihandin ku têkildarî pêvajoya pêş plan hatiye amadekirin.
Ciwanan di danezanê de bal kişandin ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025'an de ragihand û wiha gotin: “Banga Rêberê Gelan Birêz Ocalan roj bi roj çêtir tê fêmkirin, derfetên ku wî avakirine bêtir diyar dibin, bersiva herî baş a ji bo fersend û derfetên bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk re hatine afirandin bi civaka birêxistinkirî pêkan e û mirov dikare bi kesên xwe-rêxistinkirî, jêhatî û zana bigiheje civaka birêxistinkirî bi pêşeng.”
‘Rêxistinbûna hêzên azadiya civakî dê nirxên hatine afirandin veguherîne destkeftiyan’
Ciwanan diyar kirin ku di demeke ku hêzên serdest ji bo berjewendiyên xwe planan çêdikin de rêxistinbûna hêzên azadiya civakî xwedî wê potansiyelê ye ku gelek nirxên hatine afirandin veguherîne destkeftiyan û ev tişt gotin: “Pêvajoya heyî kêliyeke ku dê pêşiyê li salên demdirêj veke ye. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi ked û înîsiyatîfa Rêberê Gelan Birêz Ocalan gihiştiye ber qonaxa aşitiya pozîtîf û ji bo ev yek pêk were divê Rêberê Gelan Birêz Ocalan di zûtirîn demê de bi awayekî fizîkî azad bibe. Ji bo pêkhatina Ronesansa Rojhilata Navîn a ku dê bi ji nû ve pênasekirina têkiliyên Kurd û Tirk pêk were, divê qanûnên Kok, Civaka Demokratîk û Hemwelatiyê Azad bi rengekî ku rûmeta gelê Kurd binpê neke werin derxistin; berovajiyê vê yekê, ew ê ne ji çareseriyê re dê ji şerekî sed salî yê din re xizmetê bike.”
‘Hêza pêşeng a têkoşînê ciwan û jin in’
Ciwanan dan zanîn ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji nêz ve dişopînin û wiha domandin: “Di Mîtîngên Azadiyê yên ku di 27 û 28ê Hezîranê de li Wan, Mêrsîn, Amed û Stenbolê hatin lidarxistin de bi deh hezaran ciwan beşdar bûn û van ciwanan bi daxuyaniyeke zelal û biryardar diyar kirin ku daxwaza wan a herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Ocalan e. Ev vîna zelal û biryardar a ku ciwanan li qadan nîşan daye, diyar dike ku xebatên serdema pêş divê di kîjan warî de bin. Li dijî kêfîtiya ku 43 roj in bi sermuzakerevanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêberê Gelan Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin divê statû bi lezgînî were pênasekirin û hêza pêşeng a têkoşînê ya ji bo misogerkirina vê yekê ciwan û jin in.”
‘Ji aliyê hişmendiya mêrsalar ve her roj jin tên kuştin’
Ciwanan bi lêv kir ku di civîna jinên ciwan a hate lidarxistin de hat nîqaşkirin ku ji aliyê hişmendiya mêrsalar ve her roj jin tên kuştin û wiha gotin: “Bi hinceta întîharê û bi polîtîkayên bêcezakirinê ev qetlîam kûrtir dibin û polîtîkayên qirkirina jinan berdewam dikin, li dijî vê yekê parastina cewherî di rêxistinbûna jinên ciwan re derbas dibe û rêya têkoşîna li dijî zayendeperestiyê bi jiyana hevpar a demokratîk û azad a ku jin tê de rola sereke dileyîze pêkan e.”
‘Civîna NATOyê Tirkiyeyê bêtir dixe nav polîtîkayên emperyal’
Ciwanan bal kişandin ser Lûtkeya Serkêşên NATOyê ya ku dê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were û wiha dirêjî dan axaftina xwe: “Ev rojev xwedî rojeveke wisa ye ku dê Tirkiyeyê bêtir bixe nav polîtîkayên emperyal, nasnameya ‘NATO 3.0’ a ku Amerîkayê daye nasîn armanc dike ku bi rêya zêdekirina lêçûnên parastinê yên li Tirkiye û welatên endam, bêtir ji budçeya gelan bidize, di çarçoveya lûtkeya NATOyê de di serî de Bayraktar pîşesaziya çekan dê pêşkêşî cîhanê were kirin. Binçavkirin û girtinên beriya lûtkeya NATOyê nayên qebûlkirin.”
Ciwan dê têkildarî azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin
Ciwanan di dawiya danezanê de wiha gotin: “Di civîna hatî kirin de; ji bo ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Ocalan li Tirkiye û Kurdistanê bi dengekî bihêztir were ziman biryara organîzekirina çalakî û bernameyên cur bi cur hat girtin. Ji bo ravekirina xala krîtîk a ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gihiştiyê û ji bo beşdariya bibandortir a ciwanan a di vê pêvajoyê de, di serî de li qadên vekirî, biryara lidarxistina hevdîtinên bi mijarên cûda yên bi ciwanan re hat girtin. Biryar hate girtin ku bernameya perwerdehiya navendî ya ku di 1-4ê Tîrmehê de li Amedê hat lidarxistin, li bajar û navçeyan jî li gorî şert û mercên xwerû were organîzekirin. Her wiha biryar hate girtin ku di 18-19ê Tîrmehê de li Enqereyê, ji aliyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve, li ser rola ciwanan a di dîplomasiya neteweya demokratîk de komxebatek were lidarxistin.”







