Destkeftiyên xwe yên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nîqaş kirin

  • 13:47 16 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê jinan rol û destkeftiyên xwe yên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nîqaş kirin.
 
Kongra Star û Tevgera Jinên Ciwan der barê rola jinan a di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kombûnek li dar xist. Kombûn bi dirûşma “YPJ hebûna me ye” li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê pêk hat. Jinên ciwan û endamên Kongra Star beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di kombûnê de li ser dîroka kolekirina jinan û têkoşîna wan a li hember koletiyê sînevîzyonek hat nîşandan.
 
Piştî sînevîzyonê nîqaş li ser rola YPJ’ê ya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, her wiha destkeftiyên ku di aliyên siyasî, civakî, hiqûqî û çandî de hatine bidestxistin, hatin kirin. Jinan diyar kir ku YPJ’ê nasnameyek bi jinan daye qezenckirin, bi şoreşê re, bi taybet bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nava jinan de ronakbîriyek çêbû.
 
Kombûn ji çapemeniyê re girtî didome.