Li Rojnameger Nûrcan Yalçin 2 sal û 6 meh ceza hat birîn

  • 12:00 22 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
 
 
AMED - Di rûniştina biryarê ya doza Rojnameger Nûrcan Yalçin de heyeta dadgehê bi iddiaya "alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" li Nûrcanê 2 sal û 6 meh ceza birî. 
 
Ji ber îfadeyên di roportaja bi dîmen a Rojnameger Nûrcan Yalçin a di sala 2015-2016'an de li Sûrê hat kirin, bi sûcê bi iddiaya "alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" li Nûrcanê doz hatibû vekirin. Rûniştina biryara dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nûrcanê beşdarî dozê nebû. Parêzerê wê Resûl Temûr li rûniştinê amade bû. 
 
Di rûniştina bi tespîta nasnameyê dest pê kir Resûl Temûr parastin kir. 
 
Dadgeha ku navber neda rûniştinê piştî nirxandineke biçûk bi iddiaya "alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" li Nûrcanê 2 sal û 6 meh ceza birî.