Rêxistinên hiqûqê ji bo çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç banga berdanê kirin

  • 14:34 22 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Girtiya nexweş Sîbel Balaç ku 278 roj in di çalakiya rojiya mirinê de, rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê ji bo Sîbelê bang kirin û gotin: “Divê xwe li benda rapora ATK’ê negirin û di zûtirin demê de Sîbel were berdan.” 
 
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî girtiya nexweş Sîbel Balaç ku bi mebesta darizandina adilane di 29’ê kanûna 2021’ê de dest bi rojiya mirinê kiribû, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan û Nûnerên Hiqûqa Civakî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji bo balê bikişînin ser rewşa Sîbel Balaç ku ev 278 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye, li eywana daxuyaniyê pankarta “Bila Sîbel Balaç bê berdan” hatibû daliqandin. 
 
Serokê Şaxa ÇHD’a Enqereyê Mûrat Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku Sîbel Balaç 47 kîlo dane, li dest û nava devê wê birîn çêbûne û ev agahî dan: “Pê û lingên xwe baş hîs nake, nikare bimeşe. Ji ber texrîbatên di serê rehikên wê de, êşên wê hene. Gelek dem bi ser çalakiya wê re derbas bû û ji ber rewşa wê ya xerab a tenduristiyê, ji bo berdanê serlêdan hat kirin. Li ser vê daxwazê jî ji bo wergirtina rapora lijneya tenduristiyê, di 7ê îlona 2022’yan de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê. Ev bû 16 roj ku li avahiya lêzêdekirî ya nexweşxaneyê di ‘qawîşa girtiyan’ de dimîne.”
 
Mûrat got ku Sîbel li qawîşa navborî di nava hefteyekê de 3 kîlo dan û ev tişt anî ziman: “Qawîşa girtiyan li jêrzemînê ye û bêhewa ye. Gelek bêhna daşir û xwarinê jê tê. Ji ber ku qawîşa girtiyan e, alavên paqijiyê nayên dayîn û gelek qirêjî ye. Di dema serdanê de hevalên parêzer nekarin xwe li ber vê rewşê bigirin. Ev rewş jî xetereyeke mezin e li ser jiyana Sîbelê. Dosyaya tenduristiyê ya Sîbelê di 19’ê îlonê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re hat şandin. Lê hêj jî rapor nehatiye amadekirin. Rewşa Sîbelê krîtîk e lewma divê ATK demek beriya demekî rapora taloqkirina înfaza ceza bide.” 
 
Parêzera Sîbelê Betûl Vangolu Kozagaçli jî da zanîn ku miwekîla wê di şertên giran de dimîne û wiha bang kir: “Divê di zûtirin demê de rapora taloqkirina ceza bê dayîn. Êdî saet jî gelek girîng in. Heta divê xwe li benda raporê negirin û demildest Sîbel Balaç berdin. Em naxwazin Sîbel winda bikin.”