Doza ku Hevşaredarên Pasûrê jê tên darizandin hat taloqkirin

  • 15:24 26 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Doza Pasûrê ku li gel Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş 8 kes jê tên darizandin hat taloqkirin.
 
Di 12’ê îlona sala 2019’an de li devera Beyrok a gundê Agaçkorur a Pasûr a Amedê êrişeke bombeyî hatibû kirin û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Dewletê bi hinceta teqîna navborî Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay ji peywirê girt û xistin girtîgehê. 9’emîn danişîna dozê ku Hevşaredar Mehmet Fatîh û Fatna Ay, Hevserokê HDP’a Pasûrê Mehmet Abîdîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay ku namzetiya serokatiya şaredariyê ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve hatibû redkirin, Endamê Meclisa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete, operatorê kemçeya kar Umît Fîdan û Kenan Barût bi îdiayên “Bi plankirî kuştine”, “Yekitî û yekparetiya welêt xerab dikin” û “Kuştina bi rêya kar anîna şewat, av, texrîbkirin, noqkirin, bombekirin an jî bi bikaranîna çekên  kîmyewî” tên darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Ji bilî bersûcê girtî Kenan Barût, tu bersûcên din tevli danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn. Kenan, da zanîn ku tu eleqeya wî bi teqînê re nîne û xwest bê tehliyekirin û biryara beraetê derbarê wî de bê dayîn. 
 
Dozgeriyê jî xwest ku rewşa girtî ya Kenan Barût berdewam bike û dosya jê re bê şandin da ku mutalaaya xwe amade bike. 
 
Parêzerên bersûcan jî destnîşan kirin ku piştî mutalaayê dê parastina xwe bikin. 
 
Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kenan Barût berdewam bike, ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin û danişîna dozê taloqî 12’ê kanûnê kir.