Newroz govenda vejîn, şanazî û hebûnê ye

  • 09:02 26 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
Newroz ji bo kurdan dibe remz û sembola hebûn, têkoşîn, doza serxwebûn û xwebûnê. Bi wî awayî kesên ku tu car nayên ba hev û ranabin ser lingan, roja Newrozê xwîna wan dikele, dilê wan geş dibe û bi tevî gelê xwe radibin govendê, radibin govenda vejîn, şanazî û hebûnê.
 
Yasemîn Elban
 
Bi hezar salan e, gelê kurd cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Ji bilî kurdan hinek ji gelên Rojhilata Navîn jî cejna newrozê pîroz dikin. Helbet her gelek li gor rewş, çand, dîrok û civaka xwe wateyê didin cejna newrozê.
 
Newroz tê wateya roja nû, roja nû ya ku bûyer lê qewimîye, di wê roja nû de guherînên mezin çêbûne û ev yek jî bûye sedem ku her sal ev roj bi  kêf û şahî tê pîrozkirin. Gelek rîwayet hene li ser Newrozê, tê gotin ku di vê rojê de şerê qencî û xerabîyê yan jî bi gotineke din, şerê başî û nebaşî, pêk hatiye, ev roj başî (Ahura Mazda) bi ser ketiye û nebaşî (Ehrîman) têk çûye. Li gor Medan jî Newroz (Roja nû)  roja  zayînê ye, yanê destpêka azadiyê ye, destpêka rizgarbûnê ya ji bindestiya Asûriyan e. Ji hêla din ve jî di heman demê da destpêka sala nû ye.
 
Li gor rîwayeta ku gelê kurd behs dikin. Kawayê Hesinkar li dijî zordestiya Dehaq serî hildide, piştre bi ser dikeve, agirekî gur, agirê azadiyê, agirê rizgariyê dadide. Ji wê rojê û pê ve gelê kurd her sal roja 21'ê Adarê Newrozê  wek cejneke navneteweyî pîroz dikin.  
 
Di seyahatnameya Ewlîya Çelebî de jî tê dîtin ku di sala 1642'an de Ewlîya Çelebî li mîrektîya Amêdîyê dibe mêvan û dibîne ku di Newrozê de kurd derdikevin seyrangehan, li seyrangehê helbest tên xwendin, dengbêj kilaman dibêjin û vê rojê  bi coş û şahî pîroz  dikin.
 
Dîsa, di sedsala 1694'an de Ehmedê Xanîyê nemir, di destana Mem û Zînê de bi pîremêrekî zanyar, bi roja şahîya Newrozê dest bi vegotina destanê dike û roja Newrozê wek şahî û mîhrîcana hezar salan pênase dike û dibêje: "Xortên ciwan û keçên xama, xwe dixemilînin, ref bi ref dimeşin tên seyr û geştan. Ew horî û perî, bê perde û bê westan û bê minet derdora xwe dikin bihuşt. Mîna qumaşan rûyê xwe yên delal, dîmenên xwe yên bedew û bejn û bala xwe pêşkêşî hev dikin. Sersala xwe li gor kevneşopîya kurdan pîroz dikirin û digeriyan. Lê di vê mihrîcanê de hinek jinan xwe bi cilên mêran, hinek mêran jî xwe bi yên jinan dipoşan, efsûn û kelecana mihrîcanê zêdetir dikirin."
 
Di van salên dawî de, ji ber têgihîştina rewşa bindestiyê di pîrozkirina Newrozê de hinek guherandin çêbûn. Kurdan Newroz ji xwe re kirine wek roja vejînê, wek sembola azadiyê, kirine cejna yekîtî, berxwedan û serkeftinê. Roja 21'ê Adarê gelê kurd bi kêf û coşeke mezin di qadên navenda bajaran de bi girseyên mezin li her deverên welêt komî ser hev dibin. Bi piranî jin kincên xwe yên gelêrî yên reng û reng li xwe dikin û bi tîlîliyên xwe ve qadên Newrozê dixemilînin. Êdî wekî girseyên pir mezin ango bi milyonan kurd tên ba hev û ala xwe ya yekîtî û daxwaza xwe ya azadî û serbestiyê nîşanî hemû cîhanê didin. Newroz ji bo kurdan dibe remz û sembola hebûn, têkoşîn, doza serxwebûn û xwebûnê. Bi wî awayî kesên ku tu car nayên ba hev û ranabin ser lingan, roja Newrozê xwîna wan dikele, dilê wan geş dibe û bi tevî gelê xwe radibin govendê, radibin govenda vejîn, şanazî û hebûnê. Newroz govenda vejîn, şanazî û hebûnê ye.