Serketin ji her demê nêztir e

  • 09:01 27 Nîsan 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Nêzikatiyên Hikûmeta Iraqê ev du car in daxuyanî li dijî Dewleta Tirk dide. Ligel wê jî ji bo ku Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê  Kurdistanê rawêstine ji di pratikê de tiştek nake, ne saha hewayê ji Tirkye re digre, ne ji derbazbûna leşkerên Tirk dide rawestandin. Îro her êrişên ku li ser xaka başûrê Kurdistanê tê kirin di bin berpirsyariya Hikûmeta Iraqê de tê kirin û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ji, ji hevkariya wê tê."
 
Bêrîvan Tunç
 
Kurmên darê dîsa ketiye nava darê û dest bi xwarina xwîna wê dike. Êdî ne tenê fêkiyên wê dara azadiyê puç dike dest bi koka wê kiriye ku mina sond xwariyê qedandina koka darê be, dest û lingê xwe hildaye, bi hemû hêza xwe ji bo qedandina wê koka dara azadiyê nava liv û tevgerê de ye. Belê em behsa Mala Barzanî dikin ku ji bo berjewendiyên xwe yên malabatî, ya rastî êdî ji malbatî zêdetir ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bost bi bost xaka Kurdistanê ya ku qaşo di gotinde di bin desthilatdariya wan de ye, radestî dijminên Gelê Kurd dike. Ji bo wê ev hevkariya ku îro mala Barzan dike ji bo kesê ji me ne bûyerek nû ye û kes ji me ji matmayî ne maye li hemberî van kiryaran. 
 
Ger em ji dîrokê bigrin dest hemû serhildanên kurdan yên ku xastine Kurdistanê ji bin dagirkeriya dijmin derbêxwe rastî îxaneta kurdên xwe firoş hatiye. Di roja îro de ji Tevgera Azadiye ku 50'î saliyên Serfirazî û Azadiyê ku her rojek yê van 50'î salan bi xwîna jin û xortên kurdan yên herî bedew hatiye avdan  temamkirî ku  herî zêde vê demê kurd nêzî azadiyê bûye. Mirov dikare bêje tililiyên azadiyê guhê dagirkeran teqandî, Gelê Kurd herî zêde di van demên dawî de êdî giringiya Yekitiya Netewî zaniye û ji bo berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê hewla çêkirina Yekitiya Netewî de ne. Ku kariyê di roja îro de bibe aktora sereke ya ku di Rojhilata Navin de ber bide guhertin. Hem Gelê Kurd hem ji dagirkerên wê di vê ferqê de ne ku êdî tehmula wîndakirina sedsalek din ne maye. Dijminê Gelê Kurd ji bo ku fetisandina vê hêza sereke ya ku ji bo tevayî mirovahiyê bûyî rêya xelasbûnê çi ji destê wan tê dikê.
 
Bi rojane em hemû bi çavên xwe dibinin li çiyayên Kurdistanê şerek yê man û namanê tê dayin. Ev şer ne şerek ji  rêzê ye ku mirov bikare rune û bibe temeşevanê wê ji ber ev şer îro ketiye derî hemu malan û ciran ji para xwe ji vê şerê girtiye û wê bi gire. Bi rojane gerilayên azadiyê li serê çiyayên Kurdistanê li hemberî teknika pêşketî ya NATO'yê li ber xwe dide û ji berxwedanê zêdetir derbên giran li dijmin dide. Em hemu vê bi çavê xwe dibinin, êrîşkirina dewleta Tirk a bi awayek hovane hem li ser qadên parastina medya û hem ji li Rojavayê Kurdistanê ku bi firokeyên xwe her roj êriş dike, li rexa din nêzikatiyên Hikûmeta Iraqê li hember Tirkiye û êrîş kirina asayişa Şengalê nişaneyên mezinahiya vê berxwedanê û tirsa wan ya winda kirinê radixe li ber çavan. 
 
Me behsa nêzikatiyên Hikûmeta Iraqê kir ku ev du car in daxuyanî li dijî dewleta Tirk dide. Ligel wê jî ji bo ku Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê  Kurdistanê rawêstine ji di pratikê de tiştek nake, ne saha hewayê ji Tirkye re digre ne jî ji derbazbûna leşkerên tirk dide rawestandin. Ji xwe di rojên borî de ser hev hevditîn ku bi rayederên tirk re kirî û êrişê Asayişa Şengalê kirin vê hevkariya Hikûmeta Iraqê a bi Dewleta Tirk re bi hemû zelaliyên xwe ve radixe li ber çavan. Ger ku hevkariyek di navbera Hikûmeta Iraqê û Dewleta Tirk de ne bûya, dewleta Tirk ne dikarî her roj tecawizê xaka Iraqê bike. Dema em li rewşa heyî binêrin di halê hazir de xaka başûrê Kurdistanê her çiqas ji di gotinde di destê Hikûmeta Fedaral de be ji lê bûyerên ru dide û bi taybet ji piştî referandûma 2017'an a mala Barzanî carek din xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê mala Barzanî ve hatiye radestkirina Iraqê. Ji bo wê îro her êrişên ku li ser xaka başûrê Kurdistanê tê kirin di bin berpirsyariya Hikûmeta Iraqê de tê kirin û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ji, ji hevkariya wê tê. Ji bo wê bila kes bi dayina daxuyaniyên Hikûmeta Iraqê ne xapin.
 
Me li jor got ev şer,  şerê man û nemanê ye, ne tenê ji bo Gelê Kurd şerê man û nemanê ye. Ji bo desthilatiya AKP-MHP’ê ji şerek yê man û ne manê ye. Bi windakirina vê şerê re wê AKP ji hikûm bi keve û gelê Tirkiyeyê ji wê bikare henaseyek bi kêşe.  Dewleta Tirk ne tenê şerê gerila dike, bi vê şerê re hewla dagirkirina başûrê Kurdistanê de ye. Ji xwe parceyên xaka Başûr yê di bin serweriya mala Barzan de hemû dagirkiriye lê çavê wê hin têr ne bûye. Ji ber di zane êdî cend mala Barzanî xaka Kurdistanê ji wî re pêşkêş ji bike lê êdî gel vê qebûl nake. Di heman demê de êdî hem di aliyê aborî hem ji siyasî de ji bo gelê Tirkye nabe bersiv û gel tehmula gek roj din mayina wê ya li ser hukum nake. Ji bo wê bi hestên gel yên welat perweriyê dileyize ji bo ku bikare xwe bi gihine sala 2023’yan, ji bo wê îsal winda kirina AKP’ ê wê dawiya rejima AKP-MHP’ ê bine.
 
Em bên ser mijara xwe ya sereke. Di vê şerê de rastiyek din ji derket holê ji xwe me wekî Gelê Kurd vê rastiyê di zanî û di her firsetê de ji di anî ziman, lê ji aliyê qismek gelê Başûr yê ku dilê wan ji bo serxwebûna Kurdistanê lê dide û bi salane di bin serweriya mala Barzande jiyan dikin ve ji êdî ev bi zelalî hat ditin. Mala Barzanî ku navê xwe di rûpelên dîroka azadiya Kurdistanê de bi îxanetê da nivisandin, êdî pêwistî bi veşartina vê îxanetê ji nabine. Ji ber ew ji di ferqê de ne ku Tevgera Azidiyê wê serbikeve. Her roja diçe rastiya rûyê mala Barzan derdikeve. Ji bo wê mala Barzan ji lez û bez bazdide ku ji bo hinek din diziyê bike û xaka Kurdistanê bifroşe. Ev ne rehetiya mala Barzanî ji ketina ferqa windakirina serweriya xwe de ye. Ji zude serweriya xwe kiriye di destê faşist AKP’ê de, ji bo wê ew ji bi hemû hêza xwe li dijî hereketa azadiyê li gel dijminê Gelê Kurd cih digre. Ev cihgirtina wê ji aliyê Gelê Kurd yê  ku bi salane ji bo ku xweseriya başûrê Kurdistanê pêk were şer kirî ve ji hat ditin û rastî nerazibûnê hat. 
 
Şerê ku bi rojane li dijî Herêmên Parastinê ên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê tê kirin ne tenê ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê û destkeftiyên wê ye. Ji bo wê ji îro pêwistî bi şerê gelê şoreşgerî heye, ji ber ji xwe gerîla li ber xwe dide şerê xwe ji dike û wê ser bikeve. Lê ji bo ku Kurdistan ji dagirkeran bê paqijkirin û azadiya Kurdistanê misoger bibe ku di demek wesan de bêhna azadiyê ewqas nêzbûyî ku her kes bi bêhna xwe serxweş dike de, pêwiste Gelê Kurd ji heft salî heta heftê salî her cihê ku lê heyî divê têkoşîna xwe ya azadiyê bide. Ji bo wê ji di vê kêliyê de herî zêde bar dikeve li ser milê jin û ciwanan. Ji bo wê divê jinên ciwan û ciwan bi çalakiyên bi bandor bersiv bide pêvajoyê. Ji bo Gelê Kurd ji derveyê têkoşîn û berxwedanê tu rêyê xilasiyê ne maye.