Ziman hebûna gelan e

  • 09:01 15 Gulan 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Ziman di jiyanê de piştî nan, av û hewayê pêdiviya herî sereke ye. Ziman amûrê têkiliya xwebûnê ye. Ziman xweîfadekirina hest, fikir û ramanan e. Ziman nîşaneya hebûna gelan e. Her neteweyek bi zimanê xwe tê naskirin. Gava zimanê mirov neyê naskirin mirov jî li ser navê xwe, koka xwe nayê naskirin. Û bi awayekî xwezayî jî nikare xwe îfade bike û hestên xwe bîne ziman.
 
Kurdiye Sagniç Irgat
 
Roja dinya ava bûye û mirov xuliqîne heta îro di serî de bi awayên curbecur bi deng, bi şikil an bi îşaretan mirovan hevdu serwext kirine. Deng û şiklên xwezayî bûne peyv û bûye zimanê axaftinê, axaftin jî bûye nivîs û heta roja me ya îro hatiye. Her ziman li gora xwe kokeke wî heye û li ser hinek rê û rêbazan saz bûye. Ziman jî bi demê re diguhere. Li gora pêdiviyên civakî  di jiyana nûjen de gelek peyvên zanistî û pîşeyî lê zêde bûne û hinek peyv jî mixabin winda bûne. Ziman şahidê jiyana mirovahiyê ye ku dîrok û çanda gelan parastiye û herikandiye roja îro.
 
Ziman di jiyanê de piştî nan, av û hewayê pêdiviya herî sereke ye. Ziman amûrê têkiliya xwebûnê ye. Ziman xweîfadekirina hest, fikir û ramanan e. Ziman nîşaneya hebûna gelan e. Her neteweyek bi zimanê xwe tê naskirin. Gava zimanê mirov neyê naskirin mirov jî li ser navê xwe, koka xwe nayê naskirin. Û bi awayekî xwezayî jî nikare xwe îfade bike û hestên xwe bîne ziman.
 
Heta mirov bi zimanê xwe neaxive, nehizire, negirî, nekene, nelorîne û dîlanê negerîne, heta ji xwedayê xwe jî lavaya qencî û aramiyê bi zimanê xwe neke, peyv di devê mirov de nîvco dimîne û wateya xwe ya resen nagire. Zimanekî biyanî wek kirasekî fireh an teng, li mirov nefesilî ye. Loma divê di nava otoasîmîlasyonê de haya mirov ji mirov hebe û di nava zimanê serdestan de xwe winda neke. 
 
Ziman zindî ye, nazik e, zû dişkê, zû dikeve binê bandora serdestan. Divê mirov ziman wek pitika ber singa xwe xwedî bikî û mezin bikî. Wek gula di guldankê de bê av nehêlî  û wisa li zimanê xwe xwedî derkevî. Ziman mirov gava ku pê neaxivî, nexwînî û nenivîsî  nivş bi nivş qelstir dibe heta ku xilas bibe. 10 hezar sal berê, di dinê de 6 milyon mirov jiyane û 3 hezar ziman hebûne, yanî serê 2 hezar mirovan zimanek ketiye. Îro 5 milyar însan di dinê de heye, 6 hezar ziman dijîn. Çendîn ziman ji holê rabûne û çendîn ziman jî di xetereyê de ne.Yanî ziman bi xwedîderketinê dijî. Belê, gelek sedemên neaxaftina zimanan heye, yek ji wan jî zimanê kurdî ye ku ji ber zilm, zext û qedexekirinê ye. Sebebên pişaftin û înkarkirina gelê kurd, sebebên herî sereke ne. Di dinê de bi milyonan kurd hene. Kurdên li Bakur tenê, ji 30 milyonan zêdetir in. Lê mixabin bi gelemperî, bi zimanê serdestan diaxivin. Ev rewş sebebê pişavtinê ye û rewşek xetere ye. Divê her kurd axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî wek peywireke pîroz bide ser milê xwe û bi înat dawa zimanê xwe bike da ku bibe zimanê fermî. Bikeve nav perwerdeyê, dan û standina pîyasayê. Ev maf mafê mirovahîyê ye, wekhevî û jiyana demokratîk e.
 
Di gelek neteweyan de zimanê dewletê yê fermî pirzimanî ye. Û ev jî tiştekî xwezayî ye. Lewra her milet bi rengekî xwe û zimanekî xwe heye û ew ziman zengînî û xemla wî welatî ye. Înkarkirina zimanekî windabûna wî xelqî ye û her windabûna xelqekî ya bi çand û folklora xwe, xisareke herî mezin e. Hem ji bo wî gelî hem jî ji bo gelên cîhanê. Hêvîdar im ku weke her gelî em jî li zimanê xwe xwedî derkevin. Bi kelepora xwe, bi zimanê xwe, bi folklora xwe bijîn û bi nifşên pêşiya xwe  bidin jiyandin. Dayik û bavno ! Bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Kes nayê mala we nabêje bi zimanekî din biaxivin. Bi çendîn zimanan bizanibin. Lê bila taca zêrîn zimanê me be.
 
Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî, em afrînerên Kovara Hewarê ku li Şamê di 15'ê Gulana 1932'yan de caran yekem bi kurdiya tîpên latînî hat çapkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de Celadet Elî Bedirxan, Îshaq Marogulov, Erebê Şemo, şopdarê ziman û wêjeyê, mamoste û şagirtên hemû saziyên kurdî yên jiyana xwe ji dest dane bi minet bi bîr tînin. Em 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li kesên têkoşîna ziman, wêje û hebûna kurdan didin û hemû gelê kurd pîroz dikin.
 
Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be !