Li dijî cudabûn û hatina gel hev girtin, dîlgirtin û tecrîd 2025-07-04 09:05:18   "Ji bo tecrîd bê şikandin hezkirin û baweriyek mezin pêwiste. Abdullah Ocalan xwedî hêviyek mezin e. Li gorî min Abdullah Ocalan xwedî baweriyek mezin a evîna azadiyê ye. Mereqek wî ya mezin ya di cihekî wisa dide jiyîn heye. bi hezkirin, sadakat û cidiyetek mezin girêdayê pêşerojê ye. Girêdayînek wisa mirovan ji konjoktura dîrokî jî ya rojane jî derdixe.Dike aktorekî demeke din."   Nazan Ustundag   Beşa Yekem   Hevalek min ya min di Newroza mezin a Amedê de nas kiribû agahî dabû min: “birêz Ocalan behsa te kiriye’. Ji wê rojê şûnde ez difikirim di tecrîdeke wisa de Birêz Ocalan çawa xwe gîhandiye kapasîteyeke wisa xurt. Bi qasî ku ez tecrîda xwe ya akademîk hilweşînim û qedera xwe biguherim û civakî bikim…   Ez biçim sahneyek din:Dema cara ewil çûm Bazidê bawerim 22 sal berê bû. Min telefon ji dayika xwe re vekir û min got ‘Dayê xweda heye’. Niha hebûya minê bigotina ‘dayê azadî pêkane’.   Abdullah Ocalan bi nivîsên xwe lêgerîna azadiyê ya hemû zindiyan da fêrkirin. Heta ku roj hebe cudabûn û xwegîhandina hev parçeyek lêgerîna azadiyê ye. Ez niha xwezaya Bazidê wek girêdayîna azadiyê ya cîhanê bi bîr tînim.   Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ya li ser me berhema şerên dîroki ye. Min her tim ev cidî girt. Têkoşîna li dijî tecrîdê jî min wek qadeke mezinbûnê ya girîng dît. Wateya siyasî ya tecrîdê, piştperdeya wê ji aliyê siyasetmedaran ve gelek caran hat analîzkirin. Ez tevli van dibim lê ez dixwazim tiştekî lê zêde bikim. Ez tecrîdê wek qûtbûnekê bi nav dikim.   Yên girtî, yên surgunkirî yên taxa wan hatin tunekirin. Hemû dizanin. Dema zindî bê têkilî bên hiştin dimirin. Tecrîd pêşî li têkiliyên nû digire. Ji kokê qut dike. Lê mirov ji zindiyên din cudatir xwedî alavên xwe heyîkirinê ye. Abdullah Ocalan ev alav pêş xistine.Bi cîhanê re dikeve têkiliyek mezin. Ji bo xwe her tim qada şînbûnê diafirîne. Wek dara bê av maye, baskên xwe dirêj dike û çavkaniyan dibîne. Wek navbera 2013-2015’an ji bo tecrîd bê şikandin, konferans, partî, rêxistin hûnan û riyên hatina gel hev dihûnand.   Ji bo tecrîd bê şikandin hezkirin û baweriyek mezin pêwiste. Abdullah Ocalan xwedî hêviyek mezin e. Li gorî min Abdullah Ocalan xwedî baweriyek mezin a evîna azadiyê ye. Mereqek wî ya mezin ya di cihekî wisa dide jiyîn heye. bi hezkirin, sadakat û cidiyetek mezin girêdayê pêşerojê ye. Girêdayînek wisa mirovan ji konjoktura dîrokî jî ya rojane jî derdixe.Dike aktorekî demeke din.   Demên ku jinên Kurd jê re dibêjin demên mîtolojîk. Demên ku Benjamîn digot dema mehdî. Demên berfireh. Demên ku Abdullah Ocalan ji bo xwe daye runiştin demên gerdunî yên berfireh.   Ez ji gelê Kurd wêdetir bi reşikan re hevsengiyê ava dikim. Gelek sedemên vê hene. Analîzên sosyalîk yên mijara ku jintî reşweke piştî koletiyê ye bi jîneoljiyê re tê gel hev. Lê ez behsa tiştekî hîn şexsîtir dikim. Mînak kokek min ya lê vegerim tuneye. Aliyê dayika min ji etnîsteyek ku mêrtiyê didomîne tê û ez sirên dîrok û ola xwe dizanim. Bavê min ji gund hatiye û malbata xwe wek dewlet û şîrket ava kiriye kokek min tuneye.Ji ber vê demek min ya mîtolojîk, demek emin ya mehîd ya têde bisekinim tuneye. Lê demek emin ya rojane a ji rêzê heye. Ez vê nivîsê ji Srî Lankayê dinivîsim. Srî Lanka ji bo gotinên wekê girtin, dîlgirtin û tecrîdê fikirîn cihekî başe. Ev gotin ji bo fêmkirina teşeyên xebatê ya desthilatdariyê girîngin. Fêmkirina van gotinan heman demê de  ji bo têgehihiştina têkoşîna azadiyê jî ferz e.   Dîlgirtin û tecrîd tenê dihêle. Têkiliya qut dike û ji teşeyê jiyana tenê re xizmetê dike. Dema em li malan, girtîgeha, bajaran, kargeriyan bên girtin em sêhra xwe winda dikin û di bin navên ku modernîteya kapîtalîst li me dike em bê bandor dimînin.   Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê wê hefteya pêş bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 33’emîn a mijara dosya ‘tecrîd û girtin’ a kovara Jîneoljiyê bi kurtasî hatiye girtin.