Konfederalîzma demokratîk 2025-08-29 09:03:28   "Konfederalîzma demokratîk dema xwe bispêre diyalektîfa herêmî an jî global, ne herêman tîn ehember globaliyê ne jî wek alternatîf dibîne. Xweserbûna hemû hebûnan esas digire. Lê ev xweserî bi çarçoveyek berfireh de watedar dibe. Ji ber vê jî ne herêmî, yekitiyê pêk tîne. Ji bo ev têkilî bê fêmkirin divê esasên serxwebûn û girêdayînê bê zelalkirin."   Çîçek Solmaz   Modela Konfederalîzma demokratîk a ku Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdan giran de pêşxistiye, bi tena serê xwe ne pergaleke. Pergala xwe dispêrê modernîteya demokratîke. Konfederalîzma demokratîk teşeyê sazbûneke xwe dispêre piraniyê. Heman demê de sîstematîka têkiliyek demokratîk  îfade dike. Ligel vê feraseta rêxistinbûnek demokratîke.   Divê em konfederalîzma demokratîk bi yekbûnên heyî an jî konfederasyonan re tevlihev nekin. Divê em wek rêxistinek sîwaneyê bifikirin. Modeleke ku bêyî navendîbûnê ava bike û navbera piraniyan de yekitî ava kiriye. Konfederalîzma Demokratîk heta ku ji dest tê ji navendîbûnê dûr dikeve. Ev nayê wateya belavbûn, bêrêxistin û rêveberî. Lê Konfederalîsta Demokratîk bi rola kordînasyonê sînore. Avakirina polîtîkayan, navbera kordînasyon û îcrayê de cudahiyekî dike. Avakirina polîtîkayan di bin rayeya gelan de, bawerî û nasnameyan de ye.   Di vir de nokteya girîng têkiliya navbera herêmî û global û piraniyan de ye. Konfederalîzma demokratîk dema xwe bispêre diyalektîfa herêmî an jî global, ne herêman tîn ehember globaliyê ne jî wek alternatîf dibîne. Xweserbûna hemû hebûnan esas digire. Lê ev xweserî bi çarçoveyek berfireh de watedar dibe. Ji ber vê jî ne herêmî, yekitiyê pêk tîne. Ji bo ev têkilî bê fêmkirin divê esasên serxwebûn û girêdayînê bê zelalkirin. Di konfederalîzma demokratîk de têgeh veguhertinek dewlemend dihewîne. Divê ji van têgehan wateyek neyînî neyê derxistin.   Konfederalîzma demorkatîk modelek rêxistibûnê ya pir aliye. Navhev de ye û hevdeme. Têkoşîna jinan jî pir aliye. Li ser yek rojev û hedefê sînor namîne. Xwe dispêre civakî û siyasî. Ji ber vê jî ev gelek girîng e.    Ji bo baştir bê fêmkirin em tevgera jinan a rêxistinkiriya di esasa konfederal a demokratîk a Rojavayê Kurdistanê mînak bidin. Têkoşîna jinê li wir xwe li ser van esasan rêxistin dike. Meclîsa jinan û komun, qadên civakî, aboriya komunal, perwerde, edaleta civakî, tenduristî, siyaseta demokratîk, parastina cewherî, dîplomasî û ekolojî. Her alî ji dehan heta ji sedan yekîneyên xweser ava dibe. Mînak qada borî de bi sedan koperatîf, kargerî û yekîne hene. Aliyê aborî hem li gundan, bajarokan û hem jî li bajaran, bi pergala xwe, rêveberiya dike û biryarên xwe digire pêk tîne. Bi yekîneyên din yên herêmên cuda re jî hevkarî, alîkarî û kordînasyon mijara gotinê ye. Mînak meclîsên navbera bajaran her tim di têkiliyê de ne. Her alî navbera xwe de xweser be jî, bi giştî di mijarên hev elqeder dikin de rêxistinbûna hevpar tê pêşxistin. Dema rêxistina hevpar tê gotin ev ne qada çalakiya heyî ya tê gotinê ye. Beguman ev jî pir girîng e. Rewşa jinan a heyî nirxandin, tahlîlkirin û têkoşînek yekbûyî xwedî girîngiyek stratejîke.   Konfederalîzma demokratîk di vî alî de, di hemû şert û mercên dem û cih de, hêza jinê ya rêxistinkirî ya li hember hegemonya serdest hedef dike.   Abdullah Ocalan Konfederalîzma Demokrtîk, wek modela rêveberiya xweser a civakan ava kiriye.Taybetiyên wê wiha rêz kiriye. (Abdullah Ocalan, Sosyolojiya azadiyê):   * Ji avabûnên siyasî yên pir alî û cuda re vekiriye. Avabûnên siyasî yên navendîi herêmî bi hevsengiyekî ligel hev digire. Her yek dema bersiv bide şertên şênber, wê hîn bêtir nêzîkî riyên çarseriya rast bin.   * Xwe dispêre civaka ahlaqî û polîtîk. Civak di esasê de polîtîk û ahlaqîne. Tekelê aborî, siyasî, îdeolojîk û leşkerî, ev xwezabûna civakê mijiyane û  li pey karê ne.   * Xwe dispêre siyaseta demokratîk. Li dijî feraseta netew-dewletê, rêveberiya xweser a civakan ya ku hemû çand, bawerî û nasname xwe îfade dikin pêk tîne. Ya esas bi meclîs û biryardayîna bi nîqaşane. Ji liljneya kordînasyona navenda giştî heta lijneyên herêmî her kom û çand di bin bana xwe de rêvebgeriya xweser û kontrola xwe pêk tîne.   * Xwe dispêra parastina cewherî. Ne wek tekela leşkerî, li gorî hewcedariyên ewlehiya hundir û derve ya civakî, hêza eass a yekîneyên parastina cewherî ya di bin kontorla organên demokratîk de ye. Peywira wan ev e ku civaka polîtîk û ahlaqî û îradeya siyaseta demokratîk û wekhev mayînde bike.   * Di esasê de cih ji hegemonyayê re, ji hegemonya îdeolojîk re tuneye. Di kar û barê civakî de di rêveberiya kolektî de, li hember pêşniyaran rêzdarî û biryara demorkatîk şert e: Şaristaniya demokratîk û feraseta rêveberiya modernîteyê. Hegemonya îdeolojîk ne mijara gotinê ye.   * Li dijî feraseta yekitiya netew-dewletê ya NY’î yên bin kontrola hêza hegemonîk de ne, li alî Yekitiya Konfederala Demokratîk a Cîhanê  ya civakên netewî ye. Di bin Konfederasyona Demokratîk a Cîhanê ji bo cîhanek bi ewle, ekolojîk û aştiyane şerte.   -Di beşa din a nivîsê de em dixwazin aliyê din yê teşeyê Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê vebikin.     -Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Konfederalîzma Demokratîka Jinên Cîhanê’ wê bê weşandin.