Tundiya kolonyal, qirkirina cih û bîra sînemayê 2026-08-07 09:03:00   "Îro Rola sînemayê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, xeta şahidiyê vediguhere xeta avakirinê. Aştiyeke mayînde ne tenê bêdengbûna çekan e, bi heqîqetê dixwaze ew hilweşîna ku hatiye afirandin bê başkirin e. Aştiyeke mayînde bi îradeya civakê pêkane. Bîr panzehra kolonyalîzmê ye û sînema cihê herî bi bandor yê panzehrê hildiberîne ye."   Fatoş Sterk   Beşa duyemîn   Dema ku tundiya kolonyaL cih ji kolanê derbixe û hepsê hucreyê bike, dibe beden dibe eniya dawî ya berxwedanê.. Michel Foucault bi têgeha ‘biyopolîtîk’ vedibêje, desthilatdarî êdî tenê nakuje; jiyanê dike bin dîsîplînê,bedenê terbiya dike û dixwaze veguhere alava hilberînê.    Fîlmê ‘Hunger’ yê Steve McQueen’, li dijî rejîma dîsîplînê ya girtîgeha Malê beden çawa vediguhere metna redkirinê nîşan dide.Bobby Sands ku xebata xwe dîwarên hucreyê boyax dike, li dijî pergala ‘şaristan’ û ‘hîjyenê’ serhildaneke bedenî nîşan dide.Kamera di esasê de bêçaretiya alava dîsîplînê qeyd dike. McQueen, van saneyan demdirêj plan dike û bi kompozîsyonek kûr pêşkêş dike û hewl dide ku temaşevan şerê  biyopolîtîk yê beden bide temaşekirin.  Di vir de beden tenê bi birçîbûnê, bi gotinan jî li dijî binpêkeran têdikoşe û li ber xwe dide.   Dema ji çarçoveya ‘Nekropolîtîk’ (Siyaseta mirinê) ya Achîlle Mbembe bê nêrîn;Desthilatdariya binpêker bedenê terkî mirinê dike û dixwaze îradeyê bişkîne, girtî jî bedenê vediguhere çekê û vê dagirkirinê dişkîne. Ev reş dişibe bexwedana Girtegeha Hejmar 5 a Amedê. Di fîlmê 14’ê Tîrmehê yê ku derhêneriya wê Haşîm Ayedemîr kiriye, de jî em rewşa ku beden veguheriye berxwedanê dibînin.  Pêvajoya ji çalakiya Mazlum Dogan heta çaran ku bedena xwe dan ber agir; li dijî tarîtiya mayînde a cih, wek ‘çavkaniya ronahiyê’ tê bicihkirin. Ew sahneyên îşkenceyê û berxwedana li dijî îşkenceyê îradeya şoeşgerger a li dijî wê  temsîl dike. Li her du erdnîgariyan grevên birçîbûnê, bendê tîne reşşa metneke polîtîk.   Gavîn Hood bi fîlmê ‘Tsotsî’ dagirkina cih û bedenê li hevsengiyeke gerundî dide runiştandin. Tsotsî ku  li kolanên piştî Apartheîd a Başurê Afrîkayê derbas bûye, portreya şexsî ya bênasnamebûn û rizandina civakî ya pergala klonyal afirandiye. Tsotsî, mînaka şênbger a parçebgûna civakî û cihê tundiyê ye. Yek ji sahneyên bi êş ê fîlm ev e ku Tsotsî pitika ku revandiye di çenteyê xwe de vedişêre. Karekterê Tsotsî ku xwe dispêre tundiyê, di esasê de mîrateya ku pergala binpêker jê re hiştiyê ye. Lê seransrê fîlm hewl tê dayîn ku hevsengiya tundiyê bê şikandin. Dema pitîk dide dayika wê, rondikan dibarîne û ev jî hesta ku tundiya kolonyal hişk kiriye nîşan dide.   Hilweşînek din ya dişibe vê di fîlmên The Colors of the Mountain (Rengên çiyan) û Kaplumbaglar da Uçar (Kêso jî difirin) de tê dîtin. Di The Colors of the Mountain de gog diçe erdê mayînê û ev kakila herî zelal a stratejiya cihê zîhniyeta binpêkere.  Zarok planan dikin ku gogê şûnde bigirin, ev nîşan dide ku di navenda şer de lîstik çawa vediguherin têkoşîna jiyanê. Mayîn axê tenê nake astengiyek leşkerî dike alavek tundiyê ya psîklojîk. Têgeha Jiyana Şikestî ya Judîth Butler di vir de dikeve dewrê.   Di fîlmê 'Kêso jî difirin' de zarokên ji ber mayînan milê xwe winda kirine, ne tenê tundiya kolonyal, pêşeroja gelekî çawa hatiye astengkirin nîşan dide. Bahman Ghobadî, berê kamerayê dide zarokan, hilweşîna şer bi hemû zelaliyê nîşan dide. Ji bo wan zarokatî ne tenê astek lîstinê ye, zanata zû pîrbûnê û têkoşîna jiyankirinê ye.   Tecrubeyeke din ya ku vê şahidî û xeta berxwedanê dibe astek din Komuna Fîlm a Rojava ye. Komuna Fîlm a Rojava,  sînemayê ne tenê wek alaveke qeydê, pratîka avakirina civakî ya li dijî mêtîngeriyê ji nû ve pênase dike. Komuna bi pêvajoya şareşa Rojava hat avakirin û her asta hilberînê bi rihekî kokektîf dihûne. Ev pratîk bersiva herî xurt a li dijî tunekirina çand û hunerê ya ku gel pê re tê rû hev.Komunê sînema ji endustriyê derxist, veguhert laboratuvareke civakî ya gel çîrokên xwe bi ziman û cihê xwe didibêje ye. Sînemaya Rojava, ne tenê hovîtiya şer, jiyana nû, bîra bi dîmen a nirxên komunal ava dike.   Îro Rola sînemayê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, xeta şahidiyê vediguhere xeta avakirinê. Aştiyeke mayînde ne tenê bêdengbûna çekan e, bi heqîqetê dixwaze ew hilweşîna ku hatiye afirandin bê başkirin e. Aştiyeke mayînde bi îradeya civakê pêkane. Bîr panzehra kolonyalîzmê ye û sînema cihê herî bi bandor yê panzehrê hildiberîne ye.   *Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.