Li Colemêrgê berf dibare 2023-12-22 13:15:11     COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê berf dibare û rêyên 22 gund û mezrayan hatin girtin.    Ji saetên serê sibehê ve li Colemêrg û navçeyên wê bênavber berf dibare. Piştî barîna berfê, mijê navenda bajar û navçeya Geverê girt. Li navenda Geverê nêzî 5 cm’an berf bariya û li deverên bilind jî qederê 30 santîmetreyan berf ketiye. Ji ber berfê, li seranserî bajar rêyên 9 gund û 13 gundik jî di nav de bi giştî 22 jîngehan hatin girtin.    Ji ber berfa dibare, ajokar kêliyên zehmet dikêşin. Li Taxa Esenyurt a Geverê li ser rêya Pîzok TOKÎ’yê wesayîtek kete qenala avê.