Neştergeriyên xweşikirinê tunekirina pirengiyê ye

  • 10:29 24 Tebax 2022
  • Jiyan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî amarên fermî yên Komelaya Bijîşkên Estetîkê ya Herêma Federal a Kurdistanê, salane nêzîkê 45 hezar ‘Neştergeriyên xweşikirinê’ tên kirin. Temenê kesên van neştergeriyan dikin jî di navbera 25-45’ê de diçe û tê. Sermayedar bi rêya torên dijîtal jî qada bazirganiyê fireh dikin. 
 
Di cîhana modern a roja me ya îro de mirov roj bi roj zêdetir ji xwezaya wê ya rastîn tên dûrxistin. Şêweyê xwe yê rastîn ji dest didin û dibin kesek din û xwe pêşkêşî civakê dikin. Li gor raporek ya Forbes a cîhanî dibin navê ‘Xweşiktirbûnê’ de, ji 10 kesan 7 kesî bi bi cûrek ‘Neştergeriya xweşikkirinê’ kiriye.
 
Beşek ji kesên ku van neştergeriyan nakin jî ji ber bandora zêde ya medya dijîtal û ew kesên ku di vî warî de derdikevin, nikarin ji bedena xwe û şêweyê xwe razîbin û xwezayîbûna xwe erê bikin. Bi wateyek din ji bo na wan bûye girêyek derûnî.
 
Tunekirina xweşikbûna pirengiyê
 
Mirov nikare pîvanan ji xwezayîbûn û ciwaniya mirovan re dayne. Ji serdemek ta serdemek din guhertin bi ser de tên. Yaku îro li cem piraniya kesan mînaka ciwaniyê ye, çend sal ji beriya niha ne yek ji pîvanên ciwaniyê bû.
 
Ger mirov temaşeyê wêne û peykeran dike bi dirêjahiya dîrokê tê dîtin ku serdem li pey serdemê şêweyê wêneyan hatiye guhertin, li her cih û serdemek de bi şêweyek ‘bingehê ciwaniyê’ hatiye nexşandin.
 
Venus, Afrodît û hemû xwedawendên ciwaniyê her yek ji wan bi şêwazek cûda pênaseya ciwaniyê kirine. Tiştên ku îro rû didin ên wek guherîn û destkarîkirina tevayî beşên bedenê bi rêya neştergeriyan, bi dûr nezanin di nava 10 salên bê de wê yek ji wan diyardeyan be ku  ji bo mirovahiyê wek karesat were pênasekirin. Wê di dîrokê de wek serdema nemana ciwaniyê were pênasekirin. Ji ber ku tişta îro rû dide tinekirina xwezayiya mirove û nehiştina pirrengî, cûdahî û taybetmendiya kesiye.
 
Li Kurdistanê ‘Neştergeriya xweşikkirinê’
 
Piştî sala 2005’an û şûnde Herêma Federal a Kurdistanê hîn zêdetir bi rûyê cîhanê de vebûye. Bi vê re jî ‘Neştergeriya xweşikkirinê’, mijarên kozmetîk û giringîdana bi çerm bi rengekî zêde derbasî nava civaka başûrê Kurdistanê bû. Niha jî ji ber berfirehbûna torên dijîtal zêdetir fikra pêkanîna guhertin û ‘Xweşikkirinê’ di fikra mirovan de pêş dikeve.
 
Li gorî amarên fermî yên Komelaya Bijîşkên Estetîkê ya Herêma Federal a Kurdistanê, salane nêzîkê 45 hezar ‘Neştergeriyên xweşikkirinê’ tên kirin. Ji vana ji sedî 70’yê wê jinin, sedî 30 jî zilam in. Temenê kesên van neştergeriyan dikin jî di navbera 25-45’ê de diçe û tê.
 
Her wiha li gorî heman amaran her bijîşkek heftane 10 ‘Neştergeriyên xweşikkirinê’ dike û piraniya van neştergeriyan jî ji bo difinê (poz) tên kirin. Her wiha li gor amaran 86 ‘pisporên xweşikkirinê’ li Herêma Federal a Kurdistanê hene. Ji vê hejmarê 53 li Silêmaniyê, 64 li Hewlêrê û 11 jî li Dihokê ne.
 
Li Başûr bazara neştergeriyê 
 
Niha li Herêma Kurdistanê gelek navendên ‘Neştergeriyên xweşikkirinê’ hatine vekirin. Di van navendan de gelek cûrên neştergeriyan tên kirin. Herî zêde jî çandina pirçê û derxistina dohnê di laş de tên kirin. Nirxê van neştergeriyan jî ji 350 dolaran destpêdike ta 20 hezar dolar hinek car zêdetir jî diçe.
 
Li gorî amarên fermî yên Komelaya Bijîşkên Estetîkê ya Herêma Kurdistanê, di nava zilaman de herî zêde neştergerî ji bo difinê tê kirin, piştî wê jî çandina pirçê, rastkirina qurmîçekên rû û derxistina dohnê di laş de tê. Her wiha di nava jinan de jî herî zêde neştergerî ji bo difnê tê kirin, pişî wê jî çav, lêv, bilindkirina birih û ciwankirina sing tê kirin.
 
Rê nedin sermayedaran
 
Her neştergeriyek ji van metirsî û ziyanek xwe ya mezin heye. Ger yekser bandora wan dernekevin jî lê piştî derbasbûna dem ev ziyanên wê eşkere dibin. Gelek kes hene ji ber xeletiyên bizîşkî nexweşiyên demdirêj bi wan re derketine, her wiha di rûxsar û bedena wan de jî guherînên xirab çêbûne. Di dawiyê de mirov dikare bêje ku, pêwîste her kesek ku ji ciyewazî û şêweyê xwe yê xwezayî razibe, divê rê nedin sîstema sermayedariyê. (ROJNEWS)