Berteka gel a li dijî krîza aborî: Mirov birçîne, bila Tayîp şerm bike

  • 09:13 9 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
Dîlan Babat - Oznur Deger
 
ENQERE - Welatiyan diyar kirin ku ji bo krîza aborî çareser bibe divê demildest desthilatdarî biguhere û gotin: “Dengê kesî dernayê. Mirov naxwazin bên girtin. Êdî bendewariya min ji dewletê tune. Tenê pir û mizgeftan çêdike. Em çi bikin pir û mizgeftê? Gel birçî digere. Bila Tayyîp şerm bike.”
 
Ji ber krîza aborî ya li welat welatî ji niha de hesabên zivistanê dikin, bi vebûna dibistanan re malbat ketine hewldana ku wê hewcedariyên zarokan çawa bigirin. Li aliyê din jî butçeya ji şer re tê veqetandin xizaniyê hîn bêtir giran dike. Gel çareseriya vê krîzê bi guherîna desthilatdariyê dibîne.
 
Welatiyên li Enqereyê der barê krîza aboarî û vebûna dibistanan de nirxandin kirin.
 
Li taxa Ulus a Altindag a Enqereyê welatî ji mîkrofonên me re axivîn û hinekan ji ber tirsa desthilatdariyê afirandiye nexwestin biaxivin û yên din jî gotin ji ber naxwazin bikevin girtîgehê naxwazin biaxivin. 
 
Sê mehe ez nikarim ji zarokên xwe re fêkî bigirim
 
Fîgen Koluksak: Jiyan bihaye. Em nikarin tiştekî ji zarokan re bigirin. Sê mehe nikarim fêkî ji zarokan re bigirim. Divê ev krîz bê çareserkirin. Zarokek min dixwînin. Hefteya pêş wê biçe dibistanê. Lê me hîna tiştek negirtiye. Berê me bi kîloyan tişt digirt. Niha em yeko yeko digirin. Lênûs 13-14 û 16 TL ne. Divê em 7 lênûskan bigirin. Em ê çawa bigirin. Em diçin market û kasab lê em nikarin tiştekî bigirin. Em bê penîr û zeytun taştê dikin. Run û ava firingiya her diçe biha dibe. 
 
Bila êdî her kes hişyar be
 
Cansel Çakir: Em nikarin debara xwe bikin. Zarokê min 4 salî ye. Lê em nikarin tiştekî jê re bigirin. Em bi mûçeyê asgarî debarê dikin. Gaz biha bûye. Pênûsek bûye 13 TL. Em naxwazin êdî biaxivin. Kî bê em ê dengê bidinê. Wisa derbas nabe. Divê ev desthilatdarî biguhere. Kî bê wê ji yên berê baştir bin. Pêşiya me zivistanane. Em ê çi bikin gelo? Em ji sermana bimrin. Ez naxwazim zikê min têr be, ez dixwazim ez bi aweyekî baş xwedî bibim. Goşt bihaye. Fêkî bihaye. Em nikarin bigirin bigirn. Pereyê kesî tune. Çare guhertina vê desthilatdariyê ye. Divê êdî tu kes bêdeng nemîne.
 
Divê têkoşîn bê dayîn
 
Dîlek Yildiz: Em nikarin debara xwe bikin. Nexweşa pençeşêrê me lê nikarim derman bigirim. Dewlet jî nade. Jiyan pir zehmete. Kî bê jî wê wek wan bin. Her tişt biha dibe. Zivistan li pêş me ye. Gelo em ê gazê çawa pêxin. Gelo yên xwedî zarok wê çi bikin. Divê her kes li dijî vê rewşê têbikoşe. Zarok baş xwedî nabin.
 
Bendewariya me ji vê dewletê tune 
 
Urgiye Elhan: Dolaba min vala ye. Yên serê me kêfa wan li cihe, aboriya wan baş e. Lê gel perîşane. Vî kesî dewlemend dewlemend kir, xizan jî xizan kir. Aborî wisa rast nabe. Partiya nû bê jî wê wisa be. Mirov newirên biaxivin. Ditirsin ku bikevin girtîgehan. Li ber kamerayan newirên biaxivin. Lê dema hûn diçin her kes bertekê nîşan dide. Ez ji rewşê qet ne kêfxweşim. Ez tenê dijîm lê ne êzing ne komira min heye. 100 TL fatura ceyranê hatiye lê nikarim bidim. Diçim bazarê lê nikarim tiştekî bigirim. 
 
Mirov birçîne
 
Kiymet Karaca: Her tişt bihaye. Em nikarin debarê bikin. Duh çûm marketê minê ava firingiya û xwê bigirta. Hefteya borî min 19 TL ava firingiyan girt lê niha bûye 25. Nan bûye 4 TL. Em 5 kes in bi mûçeyê asgarî nikarin debarê bikin. Dibistan vedibin. Lê me tu tiştek negirtiye. Jiyan gelek bihaye. Çenteyek bûye 300 TL . Bila yên serê vê dewletê şerm bikin. Gel birçî digere. Bila carekê binêrin ka rewşa gel çawaye. Bila Tayyîp şerm bike.
 
Lêçûna zarokan gelek zêde ye 
 
Sîbel Erdem: Debara nemaye. Kî bêje em debara xwe dikin derewan dikin. Li gorî sala borî em her tiştî 4 kat bihatir digirin. Hefteya pêş dibistan vedibin lê me tiştek ji zarokan re negirtiye. Dibistan seranserê rojê ne. Divê em navberê de xwarinê bibin dibistanê. Xwarina dibistanan bihaye. Lêçûna zarokan gelek zêde ye. Mirov ya pir dewlemendin yan jî pir xizanin. Gelo wê çawa pêşî li vê bê girtin. Em ê bipên û bibînin. Ger ku em fanatîkbûnê berdin em ê biguherin. Lê wek tîmekê ger em bi partiyekê bigirin  wê wisa bidome. Em dest ji vê fanatîkbûna partiyan berdin em ê biguherin.