Jinên karê firîngiyan dikin: Em xebatkarên bê temînat in

  • 09:01 18 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
RIHA - Li axa bi bereket, Sêwregê pêşengeha firingiyan dibe jêderka debara bi dehan jinan. Kedkarên demsalî berê li bajarên Tirkiyeyê dixebitîn û rastî êrişên nîjadperest dihatin. Ji çandinê heya komkirinê herçiqas zehmetiyê zêde bikşînin, di aliyê aborî de gilî bikin jî, ji bo keda wan bi xwe ye ew kêfxweş in.
 
Li gundên Qerejdaxê yên girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê ye pêşengehên firingiyan dibin jêderka debara gelek jinan. Ji çandina firingiyan heta komkirin û ji wan hilberandina berheman bi destê jinê pêk tê. Jinên kedek mezin didin ji ber ku naçin bajarên biyanî kêfxweş in û daxwaza zêdebûna karên bi vî rengî dikin.
 
Li Qerejdaxê di 2 salên dawî de pêşengeha firingiyan bi devoka wan (şamik) tê çêkirin. Gundiyên derdorê di demsala firingiyan de bi malbatî tên li ser erd konên xwe vedidin. Şamik tên komkirin û tên hişkkirin. Şamikên xira bûne, yan jî zirer dîtine, dikin temate yan jî bi şêweyek din dinîrxinin. Hinek gundiyên şamikên xwe didin pêşengehê yên din jî difiroşin Sêwregê. Şamikên hatine hişkirin jî ji bo welatên din tên şandin. Ji bo em pêvajoyê û zehmetiya wan fêm bikin em mîkrafonê dirêjî jinên kedkar dikin.
 
‘Em xebatkarên bê temînat in’
 
Tirkan Kengîş: Em weke xwediyên erdan di serî de li vir firingiyan diçînin, lê temaşe dikin, mezin dikin û xebatên wê yên komkirinê dikin. Di aliyê zehmetiyê de em kedeke mezin didin. Lewra pêwîst e em vê jî bêjin, herçiqasî erd ên me bin jî em nikarin debara xwe pê bikin. Em ji serê sibehê ve li vir in bi zarok û kalan re kedek mezin didin. Em hemû tiştên me kom kirine dibin pere nake. Gubre, derman, ceyran, av, tov, mazot her tişt biha bûye lê belê bihayê firingiyan ne li gorî wan bihabûna ne. Firingiyên me yên xwezayî ne û erzan in, yên bi hikmê fabrîqeyan ne xwezayî ne bihatir in. Me tiştek ji vê fam nekir. Karê fabrîkayê ji yê me bi kar tir e. Em li dijî wan bê teminat dixebitin. Bila bihayê pêdiviyên ji bo xwediyê erdan erzan bikin, yan jî bila beramberê keda me were dayîn. Em 20 kase firingî dişînin, beramberî wê tenekeyek dohn nagirin.”
 
Ji şamikan berhemên cuda hildiberînin
 
Saadet Kengîşa ya xwediyê erd e jî û bi dewaran hatine karê xwe dikin wiha dibêje: “Ez jî li ser erd şamikên xwe mezin dikim û pê re kedek mezin didim. Em niha jî ji komkirina wan tên. Em dikin qax, godik, temate (salça), hişk dikin û yê dimîne jî em difiroşin. Herî zêde jî berhevkirina wê me diteibîne. Lê cardin erdên me ne û em ji keda wê kêfxweş in.”
 
‘Şikir em ne mihtacê tirkan in’
 
Muzeyen Zencî Kiran a 18 sal in bi karê demsalî re mijûl dibe bi van gotinan qala pêşengeha firingiyan dike: “Her yek ji me karê wan cuda ye. Yên diçînin, kom dikin, yên dikin qet, yên xwê dikin, yên şamikên hişkbûyî kom dikin, dikin torbeyan û dibin cuda cuda erk digirin. Karê me jî ew e em şamikan li ber tavê hişk bikin. Niha em qet dikin, piştre xwê dikin. Piştî hefteyekê wê şamik hişk bibin û werin komkirin. Me karê xwe qubale girtiye. Li gorî salên din îsal yomay me baştir e. Lê cardin li gorî bihabûnê me îdare dike. Lê çawa be jî em niha li ser axa xwe xebatê dikin. Em ji bo vê ji kêfxweş in. Em berê diçûn bajarên tirkan. Li wir ji me kurmancan hez nedikirin. Heya me nanek distend me zoriyên mezin didît. Ji bo dirav em nikarin eslê xwe înkar bikin. Şikir êdî em ne mihtacê wan kesan in ên me biçûk dibînin. Ev 2 sal in li Sêwregê pêşengeh vebûne, me rehet kiriye. Xwezika hîna îmkanê me çêbibe em zêdetir hilberînin. Niha li vir pêşengeh vebûn, em dixwazin zêdetir qad ji çandiniyê re were veqetandin. Bi taybetî bila baxçeyên meyvan werin çêkirin. Li cihê em biçin Qibrisê, Mersinê em ê li vir hilberînin, keda xwe bikin û keda xwe bixwin. Karê me li vir biqede jî em ê herin di fabrîkayê de bixebitin. Havîna me wisa bi zehemetî derbas dibe.”
 
‘Em jin bêhtir zehmetiyê dibînin’
 
Medîne Sonkar ku bi heman rengî firingiyan hişk dike jî ev gotinan parve kir: “Em bi karê xwe kêfxweş in. Ji ber li ber mala me ye. Berê em diçûn cihên dûr heya me nanê xwe derdixit. Niha ji em bê minetî ne. Em li wan bajaran nexweş diketin jî em nikaribûn herin nexweşxaneyê. Pêwîstiyek me çêdibû me nedikarî pêşwazî bikin. Li vir nexweşxane be, mal be, pêdiviyên me be hemû li ber me ye. Cardin jî weke jin em du qat zehmetiyê dibînin. Em li vir dixebitin, li zarokan temaşe dikin. Em di nav kar de jî di nav malê de jî zehmetiyê dikşînin.”