10 sal in bi sewalkariyê re mijûl e: Em kedê didin lê vala diçe
- 09:05 11 Kanûn 2025
- Ked/Aborî
ESKÎŞEHÎR - Rahîme Gungurur a ku 10 sa le bi sewalkariyê re mijûl dibe diyar dike ku bi şîrê ku deh sal berê difirotin hemû lêçûnên xwe digirtin û got: “Şîr erzan ji me digirin. Li marketan lîtreya wî 50 lîra ye lê ji me bi 15 lîra digirin. Ez pir kedê didim. Diwestim lê yên nawestin ji me zêdetir qezenc dikin.”
Jinên li dijî krîza aborî têdikoşin, beramberê keda xwe nagirin. Jinên ku di her qada jiyanê de hilberînê dikin, tevî hemû rolên zayenda civakî li gelek qadan hebûna xwe nîşan didin.
10 sale bi sewalkariyê re mijûl dibe
Rahîme Gungurur ji Mêrdînê koçî gundê Bîçer ê Sîvrîhîsara Eskîşehîrê dike. 10 sal e bi sewalkariyê re mijûl dibe. Rahîme Gungurur da zanîn ku ew sibehê zarokên xwe dişîne dibistanê û piştre li sewalên xwe dinêre. 10 dewar û pezên wê hene. Lîtreya şîr bi 15 lîra difroşe. Rahîme Gungurur karê xwe bi daxwazek mezin dike û ev têkoşîna wê mînaka şênber a hebûna keda jinê nîşan dide.
'Zivistanê zehmetî mezin e'
Rahîme Gungurur daxuyakirin ku di 2003’an de ji Mêrdînê hatine vir û wiha pê de çû: “Ji ber sedemên aborî em wek karkerên demsalî dihatin vir. 10 salan em wisa wek karker xebitÎn. Biharê em dihatin payîzê em diçûn mala xwe. Wisa zehmet bû. Piştre em li vir bi cih bûn. Apê min wan zevî girtin. Em niha li çewlîkê dixebitin. Ez li sewalan dinêrim. 10 sale ez vî karî dikim.”
‘Beramberê keda xwe nagirim’
Rahîme Gungurur destnîşan kir ku ew beramberê keda xwe nagirin û zirarê dikin. Rahîme Gungurur di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em tenê pereyê êm derdixin. Fêdeya wê ji bo me ev e em mastê xwe jê derdixin. Ez evqas ked didim beramberê wê nagirim. Çewalek êm 750 lîraye lê lîtreya şîr 15 lîraye. Li marketan lîtreya şîr 50 lîraye. Em li vir bi 15 lîrayî difroşin. Em ceh digirin, kayê digirin. Em derman digirin. Ev hemû bihane. Em pir kedê didin lê qezenc nakin. Yên nawestin ji me pirtir qezenc dikin. 10 sal berê qe nebûya me beramberê keda xwe digirt. Lê ji ber krîza aborî niha rewş qet nebaşe. Berê hêza girtinê hebû. Erzanî hebû. Niha her tişt bihaye. Em nikarin tu tiştekî bikin. Em niha zirarê dikin.”
‘Ez bêriya axa xwe dikim’
Rahîme Gungurur di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mirov bêriya axa xwe dikin. Ez pir bêrî dikim. Min dixwest ku em biçin lê derfetên me tune ne. Ez salê carekê dikarim biçim.”







