Têkoşîna ji 1993’yan heta niha: Yên dan windakirin wê winda bikin

  • 09:04 24 Gulan 2022
  • Portre
 
STENBOL - Nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe di binçavan de hatibû windakirin. Xwişka wê Ayşe Tepe Dogan axivî û got hîna jî dema li wênekêşa Ferhat dinêrin, nûçe, berxwedêrî û îdealîstiya wî dibînin.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji 1995’an her sal navbera 17-31’ê Gulanê wek ‘Hefteya Windayan’ pêşwaz dikin.  ÎHD bi armanca balê bikşîne ser windayan çalakî û bernameyan pêk tînin. Dayikên Şemiyê jî têkoşîna xwe didomînin.
Ferhat Tepe li Bedlîsê di 1993’yan de hat qetilkirin û gelek tişt di 19 sal temenê xwe de bicih kir. Xwişka wî Ayşe Tepe ku di Dayên Şemiyê de cih digire, û çîroka Ferhat bir Qada Galatasarayê wiha dibêje: “Heta ev polîtîka bêcezahiştinê ji holê neyê rakirin em ê dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Wek çêwikan mezin bûn
 
Ayşe di 1975’an de li Bedlê yek ji 6 zarokên malbatek welatparêz ya sêyem hat dinê. Navbera wê û birayê wê Ferhat de salek heye û ji ber vê wek çêwik mezin dibin. Li malê kurdî û kirmanckî tê axaftin. Zarokatiya wan li kolanê derbas dibe. Ayşe wiha dibêje: “Em li taxê mezin bûn. Em xwişk û birayên hev gelek girêdayê hev bûn. Navbera me de zêde temen tunebû. Bi taybet navbera min û Ferhat de salek hebû. Me gelek ji hev hez dikir. Hem li malê hem li dibistanê em ligel hev bûn.”
 
Aliyê polîtîk yê Ferhat bandor li malbatê dike
 
Ayşe van nirxandinan dike: “Ferhat ji aliyê derdorê ve gelek dihat hezkirin. Ciwanekî gelek xurt bû. Sekna wî ya polîtîk di lîseyê de pêş ket û bandor li ser malbatê jî kir. Min û wî xwest em tevli cenaza Vedat Aydin bin. Lê bavê me got yek ji we neçin. Li ser Ferhat çû. Hat binçavkirin. Şevekê binçavan de ma.  Em ketin fikaran.”
 
Malbatek welatparêz
 
Malbat malbatek demokratîk welatparêze. Dayik Zubeyde jî jineke xurt û bi hêze. Bav Îshak bi salan memuriya dewletê dike di 1980’ê de tê surgunkirin û piştî vê îstîfa dike. Îshak li Bedlîsê damezrinerya HEP’ê dike. Bi girtina HEP’ê re di HADEP’ê de berdewam dike.
 
Zextên dewletê
 
Ayşe sala ewil dikeve ezmûnan û zanîngehê qezenc dike, diçe Stenbolê. Ferhat li Bedlîsê rojnamegeriya Ozgur Gundemê dike. Ferhat wê demê 18 salî bû. Dema Ferhat rojnamegerî dikir, li gundê wan zextên dewletê hebûn. Gund dihatin valakirin. Li Bedlîsê kes tunebû van bike nûçe. Li ser vê Ferhat biryar dide bibe rojnameger. Rojekî qerekola Bedlîsê gazî Ferhat dike. Tê malê dibêje tiştek nebûye, tenê çayek dane wî û berdane. Ayşe di vê mijare de wiha dibêje: “Em ketin fikaran. Lê piştî wefata Ferhat me fêm kir. îhtîmalek mezin li qerekolê Ferhat nîşanê hinekan dan. Bedlîs salên 80’ê de cihekî pir aktîf û polîtîk bu. Avabûna HEP’ê, rojnamegeriya Ferhat bala dewletê kişand. Nexwestin pêşketinek wisa li Bedlîsê hebe. Ez jî birayê min jî, em berê hatibûn binçavkirin. Ya esas malbata min bala dewletê kişandibû.”
 
Berxwedan û hişmendiya Ferhat
 
Ferhat di saleke rojnamegeriya xwe de gelek nûçeyan di jiyana xwe de bicih dike. Diçû gundan bi gundiyan re diaxivî û roportaj dikir. Ayşeyê got rojekê malbateke ku Ferhat nûçeya wan çêkiribû çûye mala wan û got: “Ferhat dîsa li Bedlîsê hatibû binçavkirin. Ji Ferhat re gotibûn ‘tu li van gundan bi kê re diaxivî, ji te re dibêjin çi?’Rojekê malbatek hatibû serdana me. Ji bavê min re spas kiribûn. Ji ber Ferhat tu car çavkaniya nûçeya xwe ji polîsan re nedigot. Malbatên pê re roportaj dikir ji polîsan re negotibû. Wê demê ji ber tehdîdan mirovan nedixwest navê wan bên dîtin. Wê sekn û berxwedana Ferhat bandorek mezin li ser gundiyan kiribû. Ez îro hîna jî dema li wenekêşa Ferhat dinêrim, nûçe, berxwedan û îdealîstiya wî dibînim.”
 
‘Yên dan windakirin wê winda bikin’
 
Dema Ferhat tê windakirin Ayşe li Stenbolê xwendekara zanîngehê û 18 saliye. Ayşe der barê windakirin Ferhat de wiha dibêje: “Min di manşeta Ozgur Gundemê de nûçeya ‘Ferhat Tepe hat revandin’ dît. Ez şok bûm. Yanî min got ew çû. Ji kurahî mirov vê ferq dikin. Wê demê yên winda dikirin nedihatin dîtin. Ez wê demê tenê bûm. Mi nizanibû ez çi bikim.  Ez çûm Ofîsa Kadirga ya rojnameyê. Wê demê Yaşar Kaya û Gurbetellî hebûn. Min ew dîtin û bîlet girt ez çûm Bedlîsê. Li avahiya DEP’ê wêneyê Ferhat û nivîsa ‘Yên dan windakirin wê winda bikin’ hatibû daliqandin. Min rondik barand. Ji ber min hîs kir ku ez ê birayê xwe êdî qet nebînim. Rewşa dê û bavê min jî gelek xerab bû.”
 
Tugaya Tolgirtinê ya Tirk li malbatê geriya
 
Şevekê Ferhat nayê mal û sibehê saet dora 05.00 û 06.00’an de kesên xwe wek Tugaya Tolgirtina Tirk dane nasîn telefonê malbatê dikin. Di telefonê de dibêjin; tabeleya DEP’ê daxînin, turîstên hatine revandin bên berdan, bila Îshak Tepe îstîfa bike û mîlyarek fîdye dixwazin. Îshak jî dibêje: “Ew tabela gel daliqandiye. Gel wê daxine. Ez ê îstîfa bikim û fîdyeyê bidim.” Ayşe der barê mijarê de wiha dibêje: “Pêvajoyek gelek bi êş bû. Birayê min hatibû windakirin û di heman demê de zextek mezin li ser malbatê hebû. Hewl didan malbatê di alî psîkolojîk de têk bibin.”
 
Dengê di hişê Îshak de bicih bû
 
Di berdewamiya pêvajoyê de rewşeke balkêş tê jiyîn. Bavê Ferhat, dengê telefonê yê dibêje me kurê te revandiye nas dike. Îshak demekê cigiriya şaredariya Bedlîsê dike. Wê demê bi fermandarê Tugayê yê Tetwanê Korkmaz Tagma re nîqaşek tê jiyîn û gazî Îshak dike û tehdîd dike. Ew deng di hişê Îshak de bicih dibe. Piştî Ferhat tê windakirin, der barê Korkmaz Tagma de gilî dike. Di hemû kiryar nediyaran de navê Korkmaz Tagma derbas dibe. Lê di tu doza ku malbatê vekiriye de gazî îfadeyê nakin.
 
7 rojan li goristana bêkesan ma
 
Ferhat di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de tê revandin 10 rojan winda dibîne û piştî tê revandin sê roj şûnde tê qetilkirin. Piştre di 8’ê tebaxê de telefonek diçe ji malbatê re û dibêjin cenaze li Goristana Bêkesan a Elezîzê ye. Li gel gola Hazarê masîgirek cenaza Ferhat dibîne û 7 rojan li goristana bêkesan dimîne. Malbatê cenaze ji wir girtin û anîn Bedlîsê.
 
Pêvajoya hiqûqî
 
Piştre malbat dest bi têkoşîna hiqûqî dike. Kesên bûne şahid ku Ferhat birine JÎTEM a Amedê derketin holê. Şahiden ku gotin îşkence li Ferhat hatiye kirin, ewil diçin îfadê didin piştre ji ber tehdîdan îfadê şûnde dikşînin. Doz ji ber demboriyê tê girtin. DMME’ê jî biryara ‘Dewlet mafê jiyanê naparêze’ dide.Tevî vê gumanbar nayên dîtin. 
 
Çîroka şemiyê
 
Piştre çîroka malbatê ya Dayikên Aştiyê dest pê dike. Dayik Zubeyte Tepe, televîzyonê de Dayikên Şemiyê dibine û diçe Qada Galatasarayê. 
 
Ayşeyê da zanîn ku malbatên ku hatine gel hev û vê têkoşînê dimeşînin wê tu car dest jê bernedin û wiha dawî lê anî: “Heta ev polîtîka bêcezahiştinê ji holê ranebe û rûhevhatin pêk neyê wê dest ji vê têkoşînê neyê berdan. Divê têkoşîna maf û hiqûqê bidome. Divê hemû gumanbar bên dîtin û cezakirin.Em vê daxwaza xwe dubare dikin.”