Jina ku bedena xwe kir pira ji agir: Sema Yuce

  • 09:02 16 Hezîran 2022
  • Portre
 
Zelal Tunç
 
AGIRÎ - Di ser çalakiya Sema Yuce ku  got ‘Ez mêjî dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê  dikim  pira ji agir’ û bedena xwe da ber agir re 24 sal derbas bû.  Zennure Yuce ku têkoşîna keça xwe veguhert strana berxwedanê wiha vegot: “Ez bi keça xwe serbilind im. Heta dawiya jiyana xwe ez ê girêdayê têkoşîna wê bim.”
 
Sema Yuce ku yek ji sembola dîroka jinê ya Kurd e, di 1971’ê de li gundê Qerqelîkê yê Tutaka Agiriyê hat dinê. Rihê xwe yê berxwedanê ji malbata xwe ya ku ji serhildana Agiriyê re pêşengî kiribûn girtiye. Sema ji zarokatiya xwe de ji aliyê derdora xwe ve bi jîrbûn, lêpirsîn û îtîraza li dijî neheqiyan bal kişandiye. Ji ber van taybetiyan malbata wê wek Leyla Qasim xîtab dike. 
 
Sema heta zanîngehê li Agiriyê dixwîne, di 1989’an de beşa Civaknasiyê ya ODTU'yê qezenc dike û diçe Enqereyê. Li vir xwendekarên welatparêz nas dike û di xebatê ciwanan yên YCK’ê de cih digire. Sema di 1991’ê de dest ji zanîngehê berdide û tevlî Tevgera Azadiyê dibe.
 
Sema ku tevlî têkoşînê dibe, aliyê xwe yê civakî û mirovahî seferber dike û li ser hewcedariyên pêvajo û demê kûr dibe û hewl dide her tiştî fêm bike. Li ser mijarên weke ‘jina Kurd kî ye?’, ‘cih û rola jinê çi ye’ bi taybet disekine û di vê mijarê de xwe pêş dixîne. Li Agiriyê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û li ser ji bilî hinek nîşeyan tu tiştek nehat dîtin. Demek dirêj di lêpirsîn û îşkenceyê de ma û piştre tê girtin. Li dadgehê 22 sal cezayê giran lê hat birîn û şandin girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî şandin girtîgeha Çanakkaleyê.
 
 Semayê di 21’ê Adara 1998’an de bedena xwe da ber agir û ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bû pira ji agir. Sema 80 rojî li girtîgehê hat dermankirin. Rewşa wê ber bi başbûnê ve diçû lê di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
 
‘Xwarina xwe bi hevalên xwe re parve dikir’
 
Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce der barê keça xwe de axivî û wiha vegot: “Kalê wê ji Semayê re digot ‘Leyla Qasim’. Runiştina wê sekna wê ji zarokên din cudatir bû. Ji ber xwendekar bû tenê havînan dihat malê. Kesek bêdeng bû. Dema zarok bû gelek jêhatî bû. Xwarina xwe bi hevalên xwe re parve dikir.”
 
Zennureyê şimikên Semayê hembêz kir û keça xwe vegot..
 
Zennureyê di axaftina xwe de bi gotinên watedar behsa keça xwe kir û berê xwe da odeya Semayê. Zennureyê kulîlkên ku Semayê xistiye nav lênûsk û pirtûkên xwe nîşan da û wiha vegot: “Ez bi keça xwe serbilind im. Heta dawiya jiyana xwe ez ê girêdayê têkoşîna keça xwe bim.”Zennureyê şimika keça xwe ya li girtîgehê bi kar aniye jî hembêz kir û keça xwe vegot.
 
‘Berê edeb û ahlaq hebû’
 
Zennureyê hêrsa xwe ya li dijî desthilatdariyê ku polîtîkayên şer ferz dikin anî ziman û wiha bertek nîşan da: “Ez PDK û Barzanî şermezar dikim. Barzanî ji şerê Kobanê heta niha îxaneta xwe didomîne. Berê ragîhandin evqas ne xurt bû. Niha teknolojî pêş ketiye. Lê berê edeb û ahlaq hebû. Berê dema mezinekî gotinek bigota her kesî guhdar dikir. Şaş bûna jî li ser nedisekinînin. Ji ber televîzyon û alavên din evqas ne pêşketi bûn.”
 
Zennureyê balkişand ser operasyonên PDK û Tirkiyeyê yên dersînor û wiha destnîşan kir: “Di dema pêvajoya çareseriyê de li ser Banga Erdogan hunermend Şivan û Barzanî hatin Amedê. Em wê demê kêfxweş bûn. Me got wê aştî pê bê. Lê ew plan û lîstik bûn. Bi vî awayî xwe mezin kirin. Tiştên wisa ka li serokan tê.”
 
‘Deşt û zozan bi keda jinê tije ye’
 
Zennureyê bi lêv kir ku Gelê Kurd gelekî qedîm e û wiha dirêjî dayê: “Di dîrokê de jî wisa ye. Tu gel ji Kurdan ne mezintir an jî ne biçûktir e. Kes ne bêxwedî ye. Di serhildanên Cizîrê de Kurd bûn îrade. Kurd xurtin û xwedî haysiyetin. Deşt û zozan bi keda jinên kurd tije ye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê yekitiya neteweyî pêk bê. An jî wê tecrîd li ser me hemûyan girantir bibe.”
 
Zennureyê piştî sohbetê  helbesta ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsiye xwend û em bi vê helbestê oxir kirin.
 
“Min go Xelfeti text û paye ye
 
 Kurdekî hêja tê de dijî
 
Navê wî Evdilla ye
 
 Ev serokê Kurda ye
 
Şêx Said ders daye wî
 
Seid Riza mora xwe lê da
 
Ew dîroka Kurda ye”