Di ser komkujiyê re salek derbas bû: Denîz bi têkoşîna xwe dijî

  • 09:04 17 Hezîran 2022
  • Portre
 
ÎZMÎR - Dayik û hevalên Denîz Poyraz ku salek berê di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, axivîn û diyar kirin ku Denîzê di temenê biçûk de berpirsyarî girtiye ser xwe û bi têkoşîna ku daye dijî.
 
Gumanbar Onur Gencer sala borî êrîşî HDP’a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Denîza ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû, dayika wê Fehîme Poyraz û hevalên wê Hayat Îzgî û Hulya Akman der barê wê de axivîn.
 
Fehîme Poyraz û Abdulîllah Poyraz ku ji gundên Xerbemrîşkan yê Omeriya Mêrdînê bûn ji zextên  siyasî ewil koçî Amedê dikin û piştî dizewicin li Kadîfekale ya Konak a Îzmîrê bi cih dibin. Denîz di 1984’an de li Kadîfekaleyê tê dinê. 8 xwişk û bira ne û dema Denîz 11 salî bûye bavê wê ji ber siyasî tê girtin. Ji ber vê dayik Fehîme dixebite û Denîz jî ji bo li xwişk û birayên xwe binêre dest ji dibistanê berdide.
 
‘Zarokatiya xwe nejiya’
 
Fehîmeyê da zanîn ku Denîzê zarokatiya xwe nejiyaye û wiha pê de çû: “Xwe kir şûna dayikekê. Berpirsyariya zarokan girt ser xwe. Her kar dikir. Bavê wê çend sal şûnde ji girtîgehê derket. Me çi bikira Denîz ligel me bû. Dibistan ji derve qedand. Dema dihat malê pirtûk dixwend. Êvaran dihat malê bi xwişk û birayên xwe re dixwend. Mirovek dilrehm bû. Wê mirin heq nekir.”
 
Xebatên HADEP’ê meşand
 
Fehîmeyê wiha dirêjî dayê: “ Di temenê biçûk de têkoşîna Kurd nas kir. Diçû Navenda Çanda Mezopotamya.  Di xebatên ciwanan de cih digirt. Bi me re dihat partiyê HADEP. Her kar dikir. Nedigot na. Demek kurt hevserokatiya HDP’a Konakê kir. Alîkarî da çapemeniyê jî. Ji têkoşînê hez dikir.”
 
Ji ber tevli cenazê bû dihat darizandin
 
Du xwişk û birayên wê tên girtin û li ser vê dayika wan Fehîme dîsa dixebite. Fehîme 3 salan li HDP’a Îzmîrê bi karên mutbexê re eleqeder dibe. Lê ji ber Fehîme emelyat dibe Denîz li şûna dayika xwe dest bi xebatê dike. Roja Denîz tê qetilkirin dayika wê ji bo pansumana destê xwe diçe nexweşxanê. Fehîme wê rojê wiha vedibêje: “Pêncşem bû. Roja înê jî runiştina wê ya ji doza Dîlan Kortak hebû. Ji ber ku tevli merasîma cenazeyê Dîlan Kortak bibû doz lê hatibû vekirin. Hevala Denîzê bû. Em malbatên welatparêz ji hev hez dikin. Bavê wê got ez bêm lê wê got sibê bê. Saet di 11.05’an de agahiya qetilkirina wê hat.”
 
‘Yên gotin Denîz terorîstin, ew bixwe terorîstin’
 
Fehîmeyê wiha domand: “Gumanbar Onur Gencer hestên wî yên mirovahiyê tune ne. Qetil dike, li ser disekine û davêje înternetê. Dibêje terorîst e. Lê ew bixwe terorîst e. Keça min zirar neda tu kesî. Ne xayîn bû. Ez wan kesên ku keça min qetil kirin şermezar dikim. Ev ne zîhniyeta mirovahiyê ye. Ne tenê li Kurdan, li hember Elewî û baweriyên cuda jî vê dikin.  Di vê salê de me gelek zehmetî kişandin. Lê gelê me xwedî li Denîzê derkete. Denîzê mirin heq nekir. Tevî me bang nekir bi hezaran kes li gel me bû. Keça min bêyî sûc hat qetilkirin. Keça min ne ya ewil ne jî ya dawî ye. Ez ê her tim têkoşîna keça xwe bidomînim.  Her kes berxikên dayikên xwe ne. Werin em dest bidin hev û vî şerî rawestînin.”
 
'Çareserî Îmralî ye'
 
Fehîmeyê balkişand ser doza girtina der barê HDP’ê de û wiha dawî lê anî: “Ev hewldanek vala ye. Gelê Kurd wê her tim li pişt têkoşîna xwe be. Çareserî Îmralî ye. Divê em hev guhdar bikin. Em derdên hev guhdar nekin wê xwîn birêje. Em hemû xwişk û bira ne.  Me ji ber Denîz Gezmîş navê Denîzê li keça min kir. Navekî wê yê din jî hebû ew jî Mizgîn bû. Piştî keça min li 85 zarokan navê Denîz hat danîn.  Denîzek çû lê hezar Denîz hatin dinê.”
 
‘Min Denîz di têkoşînê de nas kir’
 
Hevala wê Hulya Akman jî destnîşan kir ku Denîz 5 salan jê mezintir bûye û gelek tişt ji wê fêr bûye û ev tişt bi lêv kir: “Ez diçûm Navenda Çanda Mezopotamya. Ew jî di baskê ciwanan de bû. Min ew li wir nas kir.  10 roj beriya bûyerê min ew dît. Lê tu tiştek ji têkoşîn û enerjiya xwe winda nekiribû.  Karê xwe bi hezkirin dikir. Di demên herî zehmet de jî dikeniya. Bi zarokan re sohbet dikir. Kal û pîr jî guhdar dikir. Gelek dihat hezkirin. Em Denîzê her tim wisa bibîr tînin.”
Hulyayê anî ziman ku tu kes Denîzê ji bîr nake û der barê qetilkirina wê de jî wiha vegot: “Desthilatdarî her tim dibêje ‘dema me de kuştinên kiryar nediyar çênebûne’.  Kujerê Denîzê nereviya. Bi zanebûn sekinî. Li pêş wê avahiyê kon hebû. Gelo ji bo parastina avahiyê an jî ji bo parastina kujer bû?  Têkiliya gumanbar bi dewletê heye ev aşkera ye. Yanî bi tena serê xwe ev komkujî nekir. Em ne bawer in ku kujer tên darizandin jî.”
 
Bi hev re hatin binçavkirin
 
Aktîvîsta TJA’yê Hayat Îzgî jî got di salên  DEP û HADEP’ê de di baskên jinan de cih girtiye, Denîz jî di xebatên Konakê de dîtiye û wiha nirxandin kir: “Me ji bo rojbûna Abdullah Ocalan li mala wan pîrozbahî dikir. Polîsan bi ser malê de girt û em binçav kirin. Em 11 ciwan bûn. Denîz jî hebû. Min got temenê wê biçûke berde. Wê gotibû ‘Ez 18 salî me.’ Em 4-5 rojan binçavan de man. Denîzê jî wek hemû tiştên ku jinên Kurd jiyaye, tişt jiya. Ger tu Kurd bî û welatparêz bî tuyê bê kevirin. Di çavên dewletê de Kurd  terorîstin. Mirovên bê çek çawa dikujin. Yên şer û krîz derxistine li cihê xwe runiştîne lê Kurd terorîstin. Terorîst ew in, ne em in. Kurd serbilindin. Em bi saya têkoşîna şehîdên xwe hatine vê astê.”