30 jin derbasî Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibin 2024-10-30 12:49:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di sala 1992’yan de cara yekem hilbijartinê kir, di 20’ê vê mehê de hilbijartina dema şeşem li dar xist. Di hilbijartinê de hejmarek namzetên jin ên serbixwe û partiyan jî tê de cih girtin ku li gorî yasayê divê kota jinan ji sedan 30 ne kêmtir be.   Di 18 û 20’ê Cotmeha sala 2023’yan de dengdana taybet û giştî ya ji bo hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî bi caran hate paşxistin, hate lidarxistin. Komisyona Hilbijartinê encamên fermî û dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî encaman PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Helwest 4 kursî, Komeleya Dadgerî Kurdistan 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî, Goran kursiyek, Hevpeymana Herêma Kurdistan kursiyek û pêkhateyan jî 5 kursî bidest xistine.   Jin dê bi yasaya kota careke din bikevin Parlamentoyê û dê hejmara wan ji sedan 30 derbaz neke.   Li gorî madeya 1-22 ya yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya jimara 1 a sala 1992’yan hatî sererastkirin, divê jimara endamên jinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji sedan 30 kêmtir nebe.   * Di dema yekem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di sala 1992’yan de hilbijartin hate lidarxistin, 6 jin derbazî parlamentoyê bûn.   * Di dema duyem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ev rêje bilind bû, 29 parlamenterên jin derbazî parlamentoyê bûn.   * Di dema sêyem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de rêjeya asta herî bilind a jimara jinan derket ku di vê demê de 40 parlamenterên jin derketin.   * Di dema çarem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de rêjeya jinan daket 33 parlamenteran.   * Di dema pêncem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, di hilbijartina hatî kirin de 34 jin bûn endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê.   Di dema pêncem ya parlamentoyê de, li gorî belavkirina kursiyan, PDK’ê ji 45 kursiyan, 14 kursî ji bo jinan hate diyarkirin, YNK’ê ji 21 kursiyan 6 jê ji bo jinan, Nifşê Nû ji 4 kusiyan 2 ji bo jinan, Yekgirtuya Îslamî ji 5 kursiyan 2 ji bo jinan, Komeleya Dadgerî ji 7 kursiyan 2 ji bo jinan, Tevgera Îslamî ji du kursiyan yek ji bo jinan, Tevgera Goran ji 12 kursiyan 4 kursî û pêkhateyan jî ji 11 kursiyan 4 kursî ji bo jinan diyarkirin.   Li gorî encamên hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rêjeya jinan a di parlamentoya dê 30 parlamenter be. Sedema wê jî ji ber kêmkirina kursiyên parlamentoyê ji aliyê Dadgeha Federal ve ji 111 kursiyan daxistina 100 kursiyane.   Sedema kêmbûna hejmara jinan ya di dema şeşem de ji ber kêmkirina kursiyên giştî û kota ye. Ji ber ku di gera pêncem de ji 11 kursiyan 4 jê jin bûn. Di dema şeşem de ji 5 kursiyên kota tenê yek ji bo jinan hatiye dayîn.   Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêziknameya jimara 9 a sala 2024’ê ji bo rêxistina belavkirina kursiyan û guhertina endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema şeşem a hilbijartinan de derxist. Li gorî wê divê hejmara endamên jin ên her aliyekê ji sedan 39 ne kêmtir be.   Li gorî encamên dawî yên hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hejmara jinên derbazî Parlamentoya Herêma Kurdistanê bibin wihane:   PDK: Ji 39 kursiyan 12 jê ji bo jinan.   YNK: Ji 23 kursiyan 8 jê ji bo jinan.   Nifşê Nû: Ji 15 kursiyan 3 jê ji bo jinan.   Yekgirtuya Îslamî: Ji 7 kursiyan 2 jê ji bo jinan.   Helwest: Ji 4 kursiyan 2 ji bo jinan.   Komel: Ji 3 kursiyan yek ji bo jinan.   Eniya Gel: Ji 3 kursiyan yek ji bo jinan.   Pêkhateyan: Ji 5 kursiyan yek ji bo jinan.