Halide Turkoglu: Divê kesek ji ser Gulistan Doku xwe wekî leheng nîşan nedin 2026-04-29 10:37:04   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Halide Turkoglu tekez kir ku dozên Gulistan Doku û Rojwelat Kizmaz ji hev ne qut in û got, "Di vê dozê de çawa kujerên jinan şeş salan hatine parastin. Ev doz nîşan dide ku çawa çeteyên ku ketine nav saziyên dewletê jinên ciwan xistine nav xefikan. Ji ber vê yekê divê tu rayedarek dewletê hewl nede ku li ser vê dozê xwe wekî qehreman îlan bike."   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Halide Turkoglu beriya civîna Meclîsên Jinan ên Anatoliya Navîn a DEM Partiyê, li avahiya partiyê li ser pêşketinên heyî axivî. Halide Turkoglu diyar kir ku ew ê di meha Gulanê de bi hemî meclîsên jinan ên bajar û navçeyan re bicivin û ew ê bi berpirsiyariya ku banga Aştî û Civaka Demokratîk daye wan, rêxistina xwe berfireh bikin.   'Divê kesek ji ser Gulistan Doku xwe wekî leheng nîşan nedin'   Halide Turkoglu behsa doza Gulistan Doku kir û wiha domand: "Ev nîşaneya zîhniyeta li pişt kuştina jinan a li vî welatî ye. Me ev yek berê bi awayekî berfireh nirxandiye. Doza Gulistan Doku ne tenê dozeke kuştina jinan e. Ew dozeke ku çawa jinên ciwan ji aliyê çeteyên ku ketine nav saziyên dewletê, rasterast ji aliyê dewletê ve, têne hedefgirtin e. Ew dozeke ku çawa kujerên jinan şeş salan hatine parastin e. Ew dozeke ku çawa çeteyên ku ketine nav saziyên dewletê jinên ciwan dixin. Ji ber vê yekê divê kesek ji ser Gulistan Doku xwe wekî leheng nîşan nedin.   'Herdu doz ji hev serbixwe nînin'   Halide Turkoglu wiha dewam kir:"Kes xêrekê pêşkêş nake. Misogerkirina edaletê ne xêr e, lê pêwîstiyek e, mafek e. Ev pêwîstî divê ji bo Rojwelat Kizmaz, hevala Gulistan Doku jî were bicîhanîn. Ev her du doz ji hev serbixwe nînin. Ew encama heman zincîra xemsariyê, heman polîtîkayên bêcezatiyê ne. Malbat û parêzerên Rojwelat Kizmaz ji bo vekirina dozê dîsa serî li Serdozgeriya Giştî dane. Tê zanîn ku agahdariya li ser windabûna wê ji koma WhatsAppê ya rayedaran re hatiye şandin. Lê lêgerîn divê li wir bi dawî nebe. Ti kamera bi rêkûpêk nehatine lêkolînkirin û yek an du wêneyên ku di dosyayê de hene piştî bûyerê hatine zêdekirin. Erka vê dewletê ye çarenûsa Gulistan û Rojwelat eşkere bike. Em ê dev ji pirsa 'Gulistan li ku ye, çi bi serê Rojwelat hatiye ? ' bernedin."   Jiyana 29 jinan hat dizîn   Halide Turkoglu da zanîn jiyana 29 jinan hat dizîn û wiha pê de çû:"Em li hember nîşandana kuştina jinan wekî bûyerên takekesî bêdeng nemane û em ê bêdeng nemînin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku niha dem hatiye ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinên ciwan hîn zêde were hembêz kirin. Dem hatiye ku em hevgirtinê xurt bikin. Ji zanîngehan bigire heya wargehên xwendekaran, ji kolanan bigire heya kampusan, em ê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinên ciwan jiyana xwe li dijî van polîtîkayên qirêj biparêzin. Çawa ku jiyana Gulistan û Rojwelat hat dizîn, di meha Adarê de jiyana 29 jinan jî ji hêla mêran ve bi heman rengî hat dizîn. Mirina 22 jinan vê mehê wekî gumanbar hat tomar kirin. Di mehekê de, jiyana 51 jinan hat wêrankirin. Ev jin ji ber ku nehatin parastin hatin kuştin. Ji ber ku dixwestin ji mêrên zilmê li wan dikin, veqetin hatin kuştin.   Edalet li ku ye?    Dema ku ev jiyan dihatin wêrankirin, edalet li ku bû? Hêzên ewlehiyê li ku bûn? Sîstema darazê li ku bû? Bila em ji we re bibêjin. Ew mijûlî binçavkirina arkerên Kana Dorukê bûn ku ji bo mafên xwe têdikoşin. Ew mijûlî çêkirina barîkatan li dora madenvanan bûn da ku patron û sermayedarên xwe biparêzin. Ew mijûlî astengkirin û hilweşandina ciwan û jinên ku digotin 'Çi bi serê Îlayda Zorlu hat?' bûn. Ew mijûlî girtin û girtina karker, kedkar û jinên ku dixwestin ji bo protestokirina îstismara maf û kedê derkevin ser Girê Kazanciyê bûn. Ew mijûlî derxistina fermana girtinê ya nû ji bo Esra Işik bûn ku du roj berê ji ber parastina xwezayê hatibû girtin û birin dadgehê. Erê, dema ku 51 jin ji aliyê mêran ve ji jiyanê dihatin qutkirin, dadwerî û hêzên emniyetê yên vê dewletê van tiştan dikirin. Em bi israr dibêjin aştî. Rêya anîna aştiya rastîn bo vî welatî ne tenê bi gelê Kurd re aştî ye. Ew bi karkeran, bi kedkaran, bi ciwanan, bi jinan re aştî ye. Bi şerkirina li dijî maf û destkeftiyên jinan aştî çênabe. Her wiha bi israrkirina li ser sîstemekê ku jiyana jinan naparêze û li şûna wê sûcdaran diparêze, aştiya civakî jî çênabe.   Peymana Stenbolê    Binêre, vê dawiyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku dîsa tevlî Peymana Stenbolê bibe. Bersivdayîna vê banga navneteweyî, vegera bo Peymana Stenbolê, di heman demê de gavek ber bi aştiyê ve ye. Ew sozek e ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan. Her tiştê berevajî vê yekê rê li ber kuştina jinan vedike. Em jin ê tu carî dev ji Peymana Stenbolê bernedin, ku garantiya jiyana me ye. Em ê ji têkoşîna xwe, bi israr û biryardariya xwe, ji bo ji nû ve îmzekirina vê Peymanê û bicîhanîna her madeyek paşve gav neavêjin. Bingeha aştiyê divê bi van tiştan were danîn. Bi polîtîkayên ku dê rê li ber çerxa tundûtûjiyê bigirin ku civakê dorpêç dike, tê danîn.   Di dibistanan de şîdet   Bi rastî, bûyerên li dibistanên Sêwereg, Mereş û Mêrsînê çerxa xerab a şîdetê di jiyana zarokan de eşkere kirine. Çareserkirina şîdeta dibistanê tenê bi rêya tedbîrên ewlehiyê sedema wê ya bingehîn paşguh dike. Ev ne tenê meseleya pergala giştî ye. Şîdeta dibistanê ne bûyerên yekane ne. Sedemên bingehîn eşkere ne: polîtîkayên zayendperest, veguherandina perwerdehiyê bo amûrek îdeolojîk û ji nû ve avakirina serdestiya mêran. Em dubare dikin: Ewlekariya dibistanê divê ne bi rêya polîs, notirvan bi rêya prensîbên pedagojîk were misoger kirin. Divê em bi sedemên civakî û aborî yên ku zarokan ber bi sûc ve dibin re rû bi rû bimînin. Em dibêjin ku modelek perwerdehiyê ya wekhev a zayendî, ne zayendperest, pêdivî ye. Û têkoşîna me di vî warî de berdewam dike.   Em ê di 3'yê Gulanê de beşdarî Meşa Rûmetê ya Astengdaran bibin   Bê guman, em li dijî êrîşên li ser maf, jiyan û hebûna me têkoşînek mezin didin. Yek ji aliyên vê têkoşînê têkoşîna me ya ji bo azadî û wekheviyê li dijî îdeolojiya dijber e. Ew têkoşînek li dijî cudakariya ku jin, zarok û kesên astengdar dijîn e. Hîn jî daneyên nûjen li ser hejmara kesên astengdar li vî welatî tune ne. Bersiva ku me da Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî nêzîkatiya li hember kesên astengdar li vî welatî nîşan dide. Me pirsî ka çend kesên astengdar hene û kategoriyên wan ên temen û zayendê çi ne. Bersiva ku hat dayîn ev bû ku Sîstema Daneyên Astengdariyê ya Neteweyî heye ku 4.6 mîlyon kesên qeydkirî hene. Tê gotin ku ji %57'ê vê hejmarê mêr û ji %43 jî jin in. Tê gotin ku ev hejmar tenê kesên ku ji bo xizmet an raporan serlêdan dikin vedihewîne. Bi gotineke din, hîn jî hejmareke me ya giştî tune ye. Ev nêzîkatiya dewletê ye li hember cudakariya ku ji hêla kesên astengdar ve tê dîtin e. Di vê çarçoveyê de, em ê di 3'yê Gulanê de li dijî neheqî, newekhevî û bêedaletiya ku kesên astengdar dijîn, li Meşa Rûmetê ya Astengdaran a li Amedê bin.    Em ê beşdarî mîtîngên 1'ê Gulanê bibin!   1'ê Gulanê yek ji qadên herî bi heybet e ku têkoşînên me ya piralî li ser zemînek hevpar tê dîtinê ye. Qdên Mîtîngên 1'ê Gulanê ew cih in ku serhildana li dijî bêkarî, xizanî û îstismara jinan li hev dicivin. Ew ne tenê ji bo keda me, lê di heman demê de li dijî êrîşên li ser mafên me, jiyana me û laşê me jî ji bo têkoşîn û berxwedana me cihên sembolîk in. Wekî jinên ku li dijî şîdeta li dijî jinan têdikoşîn, ji bo mafên kedê têdikoşin, mafên keda navmalî diparêzin, bi berfirehkirina rêxistina sendîkayî xwe rêxistin dikin û ji bo mafê sendîkayîbûnê li ber xwe didin, em ê beşdarî mîtîngên 1'ê Gulanê bibin. Em ê bi hilgirtina serhildana jinên li zeviyan, berxwedana karkerên Temel Conta û karkerên Digel Tekstil, 1'ê Gulanê silav bikin. Di mîtîngên 1'ê Gulanê de, em ê ji bo 6 hevalên xwe yên jin ên ku di depoya parfûmê ya neqanûnî ya li Dîlovasî de hatine kuştin, edaletê biqîrin. Em ê careke din daxwaza betalkirina pratîkên MESEM'ê li dijî sûcên li dijî jinên ciwan ên li MESEM'ê hatine kirin bikin. Em ê ji sûcdaran hesab bipirsin. Em ê daxwaza xwe ya ku perwerde, tenduristîdivê bibin xizmetên giştî bilind bikin û em ê bibêjin ku teqawidbûn mafek ji bo jinên ku li malê dixebitin e. Em ê mafên xwe bi daxwaza mûçeyek wekhev ji bo karê wekhev û karê ewle xurt bikin. Wekî her sal, em ê 8'ê Adarê û 1ê Gulanê bînin cem hev, van qadan ji bo maf û keda xwe tijî bikin. Bi vê bawerî û biryardariyê, ez dibêjim, ji bo nan, aştî û edaletê 1'ê Gulanê!"û ez bang li hemî jinan dikim ku beşdarî mîtîngên 1'ê Gulanê bibin."