Bêrîtan Guneş daxwaza rakirina astengiyan û perwerdehiya bi Kurdî kir 2026-05-08 13:41:45   ENQERE - Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin derbarê 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ji bo astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên lêkolînkirin pêşniyazname da Meclîsê.   Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin derbarê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ji bo astengî û qedexeyên li pêşiya zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya fermî bê rakirin û ev yek bê lêkolînkirin pêşniyazname da Meclîsê.   Berîtan Guneş Altin ku bi Kurdî û Tirkî pêşniyara lêkolînê da Meclîsê û bal kişand ser astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî û xwest astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bi her awayî bê lêkolînkirin û ji aliyê Meclîsê ve lêpirsîn bê destpêkirin.   ‘Têkoşîn û berxwedana dijwar zimanê Kurdî da nasîn’   Berîtan Guneş Altin di pêşniyaznameya lêkolînê de destnîşan kir ku ji bo civakeke demokratik yek jî pîvanên herî bingehîn perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û ev yek anî ziman: “Girtina dezgehên medyayê yên bi zimanê Kurdî û tengkirina qadên hilberîna çandî pêşveçûna saziyî ya ziman qels kiriye û veguhestina wê ji nifşekî bo nifşekî dijwartir kiriye. Her çend di hin serdeman de înîsiyatîfên sînorkirî hatine avêtin jî, ev gav di garantiyên destûrî û yasayî de nehatine bicîhkirin; polîtîkayeke zimanî ya daîmî û berfireh nehatiye damezrandin. Eşkere ye ku gavên ku ji bo zimanê Kurdî bêne avêtin, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aliyekî girîng e, xwedî girîngiyeke krîtîk in. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku zirara ku ji ber polîtîkayên ku ji demên berê heta niha li ser zimanê Kurdî hatine sepandin, were lêkolînkirin û tedbîrên ku divê ji bo parastin û pêşxistina ziman werin girtin werin destnîşankirin. Her çend zimanê Kurdî zimanek be ku hebûna wî di encama têkoşînên dirêj û dijwar de hatiye naskirin jî, ev naskirin di garantiyên destûrî de nehatiye bicîhkirin û di jiyana giştî de veneguheriye sepandinên berbiçav. Îro jî, maf û astengî di gelek waran de berdewam dikin, ji perwerde û xizmetên giştî bigire heya çand, hiqûq, hilberîn û medyayê, berdewam dikin.”   ‘Rakirina astengiyan şertekî bingehîn e’   Berîtan Guneş Altin di berdewamiya pêşniyaznameyê de ev nirxandin kir:   Tevî van hemû zextan, gelê Kurd îradeyek xurt a kolektîf nîşan daye da ku zimanê xwe biparêze û ji nifşekî bo nifşekî din biguhêze. Kovara Hawarê, ku di 15ê Gulana 1932an de, di bin serokatiya Celadet Alî Bedirxan de dest bi weşanê kir, di veguherîna zimanê Kurdî bo zimanekî edebî yê nûjen bi karanîna alfabeya Latînî de xalek dîrokî afirand. Ji ber vê sedemê, Kurd ji sala 2006an vir ve 15ê Gulanê wekî ‘Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin.   Rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî û zaravayên wê şertekî bingehîn ê ji bo avakirina aştiya civakî û avakirina hawîrdoreke bê pevçûn e. Ji ber ku polîtîkayên derbarê zimanê Kurdî de yek ji pêkhateyên bingehîn ên pirsgirêka Kurd in, eşkere ye ku her gavek ku di vî warî de bê avêtin dê bibe alîkar ji bo lihevhatina civakî. Di vê çarçoveyê de, lêkolîna sedemên bingehîn yên ku pêşveçûna zimanê Kurdî asteng dikin û çêkirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst hem ji bo welatê û hem jî ji bo avakirina aştiya civakî girîng in.   Parastina cihêrengiya çandî, ku ji bo civakên demokratîk û piralî bingehîn e, tenê bi rêya nirxdan û rêzgirtina hemû nasnameyan wê civakê mimkun e.   Ji ber van hemû sedeman, avakirina Komîsyona Lêpirsînê ya Parlamentoyê ji bo destnîşankirina astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî di warên giştî, yasayî û çandî yên Tirkiyeyê de, lêkolîna sedemên dîrokî û civakî-siyasî yên van astengiyan, pêşxistina çareseriyan û formulekirina polîtîkayên bicîhanîn di vî warî de pir girîng in.”