Nûnerên tifaqa Ked û Azadiyê vedibêjin: Em ê tecrîdê vebêjin û xwe heyî bikin (3)

  • 09:05 17 Îlon 2022
  • Ramyarî
 
 
Marta Somek
 
STENBOL- Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku hedefa esas a tifaqê ev e ku gelan bînin gel hev û di rewşa ku tecrîda Îmraliyê ji gel re vebêjin de wê tifaq jî hebe.
 
 Bi pêşeniya HDP’ê Tifaqa Azadî û Kedê ya ku  Partiya Azadiya Civakî (TOP)), Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û partiya Kedê (EMEP) cih digire nexşerêya nû, deklerasyona hevpar û bernameya siyasî di 24’ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîç ya Beyoglu ya Stenbolê bi hevdîtna gel a girseyî dê parve bike.
 
Di vê beşa dosya me de ji nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê Berdevka Navenda Giştî ya SMF’ê û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz û endama Meclîsa Partiya TÎP Îlke Bereketlî nirxandin kirin.
 
Dîlşat Canbaz: Divê ewil jin di tifaqê de cih bigirin
 
Dîlşatê da zanîn ku di çarçoveya tifaqê de divê jin, karker, sendîkavan, rewşenbîr, akademîsyen û bi hemû gelan re rê bê şopandin û di vê mijarê de nîqaşên berfireh kirine. Dîlşatê axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di rewşa îro de  6 partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk di tifaqê de bi hev re dimeşein. Bêguman tifaqa vê  sînor namîne. Di nav vê de Kurd, sosyalîst hene lê di serî de divê jin, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û karker jî cih bigirin.”
 
Avakirina têkoşîna hevpar
 
Dîlşatê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê niha polîtîkayek şênber û krîza siyasî heye û wiha daxuyand: “Ji mijara hilbijartinê wêdetir, hevpariya têkoşînê. Em bi hev re li gelek qadê ligel hevin lê di vir de ya esas eve ku em der barê qada jinan, ked û karkeran, hilweşîna ekolojiyê de çi dibêjin, çi dikin û hevkariya têkoşînek çawa dikin. Li gelek qadan em heman tiştî dibêjin û daxwaz hevparin. Yên ji tifaqê veqetiyande û hemû aliyê din. Em bi wan re peyama têkoşîna hevpar didin. Faşîzmê ferz kiriye ku em vê bikin. Polîtîka şer, qirkirinê ya 20 salan a AKP’ê heye. Tifaqê demek dirêje dest bi xebatan kiriye. Me ewil li kollanan rêxistinî kir. Di 24’ê îlonê de em ê hevdîtina gel bikin û piştî vê riya xwe berdewam bikin.”
 
Ji bo gelan pêşniyarên çareseriyê yên şênber
 
Dîlşatê balkişand ser pêşniyarên çareseriyê yên şênber ên tifaqê û di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “Ji bo komên baweriyê ku di bin konsepta êrîşan de ne, di tifaqê de çareseriyên şênber hene. Tifaq tenê ji 6 partiyên siyasî pêk nayê. Têde Elewî, jin, ekolojîst jî divê hebin. Divê em gotina xwe bi hev re bêjin. Her kes divê li dijî vê desthilatdariyê gotina xwe bêje. Divê ji her alî kes di tifaqê de cih bigirin û gotina xwe bêjin. Li welat her roj şer, rant, binpêkirin, kuştinê jinan tên jiyîn. Em jin di siyasetê degotina xwe dibêjin lê divê em di têkoşîna yekbûyî ya hevpar de jî dengê xwe xurt derxînin.”
 
‘Em têkoşînê bikin yek em ê bi ser kevin’
 
Dîlşatê wiha dirêjî dayê: “Ji bo Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê divê  bi jinan re rêbazên têkoşînê bên nîqaşkirin. îro li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet jin tên tecawizkirin, îstîsmarkirin û qetilkirin.Divê ew û jinên li Tirkiyeyê rastî şîdeta mêr tên têkoşîna xwe bikin yek. Ger em vê bikin yek em ê tifaqa azadî û kedê jî pêk bînin. Ger em têkoşîna malbata Şenyaşar û ya Denîz Poyraz bikin yek we destkeftî pêk bê.”
 
'Divê tecrîd bê vegotin'
 
Dîlşatê di mijara tecrîda li Îmralî û li hemû civakê tê kirin jî ev tişt bi lêv kir: “Yek ji mijara din ya girtîgeh li ser disekinin binpêkirinên mafan yên li girtîgehane. Li Îmrali iû hemû welat tecrîd pêk tê. Sedema pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîde. Her oj ji girtîgeha mrin dertên. Ger ku em vê tecrîda li ser hemû aliyên civakê tên meşandin ji civakê re vebêjin wê tifaq heyî be. Yekitîya me wê beriya hilbijartin û piştî hilbijartinê bidome. Em ê xeta têkoşînê ava bikin. Riya me dirêj û girînge. Em ê bi heval û dostên xwe re bi bindestan re pêvajoyê temam bikin. Divê em ji 24’ê îlonê şûnde dest bi riya xwe bikin. Ji bo avakirina jiyana nû divê hemû kes di 24’ê îlonê de lil Halîçê be. Ev berpirsyarî û peywir ya me hemûyane.”
 
Îlke Bereketlî:Qirkirina bi destê AKP’ê hat jiyîn…
 
Endama Meclîsa Partiya TÎP'ê Îlke Bereketlî jî got di 20 salan de bi desthilatdariya AKP’ê hilweşînek mezin hatiye jiyîn û wiha destnîşan kir: “Em pirsgirêkan ji kûrahî dijîn. Em di serdema krîzan de ne û li aliyê din jî krîzek aborî ya mezin, talana xwezayê, krîza ekolojî, qirkirinên jinan, binpêkirin, krîza ciwanan, betalî û pirsgirêkên azadî û edeletê dijîn. AKP’ê gelek texrîbat pêk anîn. Bi rejîma yek mêrî me her tiştê ku destê xwe de winda kir. Ji ber vê jî em nêzî asta ku jê xilas bibin, bûne.”
 
'Çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye'
 
Îlkeyê axaftina xwe wiha domand: “Ev rizgarî jî wisa ne hêsane. Ger em bêjin ku wê ji xwe biçin, em bendê hilbijartinê bin, sebir bike, nabe. Ji vê rejîmê xilasbûn wisa ne hêsane. Ji ber vê jî divê têkoşîna yekbûyî ya rêxistinkirî hebe. Em bi têkoşînê dikarin ji vê qesrê xilas binin. Tirkiye di astek krîtîk de ye. Em berbi hilbijartinê ve diçin.  Di vê pêvajoya dîrokî ya krîtîk de divê çep, sosyalîst, Kurd, komên baweriyan, LGBTÎ bi hev re mohra xwe lêxin. Em dbêjin ku êdî şansê komara ku Kurdan, Elewiyan, çepan, soayalîstan nabîne, tune. Em bi têkoşîna hevpar dikarin bigihînin serkeftinê.”
 
'Armanc bilindkirina têkoşînê ye'
 
Îlkeyê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Em bi hevalên xwe re hatin gel hev û me xwe rêxistin kir. Ev tifaq ji bo hilbijartinê ava nebû. Bi hilbijartinê jî ava nebûye. Bi salane rêxistinên çep-sosyalîst, rêxistin, HDP, tevgera Kurdan her tim li dijî her zextê ligel hev têkoşiyan. Em li ser maseyê an jî ser kaxizê nehatine avakirin. Me ev ji xwe li kolanê ava kiribû. Armancek din ya tifaqê jî di hilbijartinan de cih girtine.lê ya esas ji bo me bilindkirina têkoşîna edelet, azadi û wekheviyê ye.Li pêş me tifaqaa Cumhur ya bi hevkariyeke faşîst a AKP-MHP’ê  heye. Li dijî vê wek alternatîf tifaqa Mîllet ya hatiye avakirin heye. wekê du rêbaz li pêş gel hene pêşkêş dikin. Lê em red dikin. îradeya gel bi van du tifaqan nikare bê sînorkirin. Ev her du rêbaz bersiva hewcedariyên gel nadin. Em ê bibin nûnerên gel. Em gel wisa li aliyekî nahêlin. Em ê gel bikin siyaetê û bikin kirde. Wê bi hemû aliyan re têkoşînek hevpar bê meşandin. Wê rêxistina gel bê hûnandin.Em bang li hemû kesî dikin ku di 24’ê îlonê de li  navenda Kongreyê ya Halîçê bin. Emê bi hevditina gel belgeyan deklera bikin.”