Ji ÎHD û OHD’ê ji bo kedkarên çapemeniya azad serdana piştevaniyê 2024-04-24 18:59:13   ENQERE- ÎHD û OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana buroyên JINNEWS, MA û Yenî Yaşam ên Enqereyê kir.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), li dijî zext û êrîşênli hember kedkarên Çapemeniya Azad çû serdana buroyên  JINNEWS, MA û Yenî Yaşam ên Enqereyê.   Di serdanê de ÎHD û OHD’ê diyar kirin ku wê her tim ligel çapemeniya azad bin.