Bi ser rêxistina DEM Partî ya Êlihê de hat girtin 2024-04-24 21:00:04   ÊLIH - Polîsan bi sre avahiya DEM Partî ya Êlihê de girt û dest danî ser ajandayên jinan. Her wiha wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din yên hatine qetilkirin avêtin erdê.   Polîsan saet di 15.00’an de bi ser avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê de girt û lêgerîna di avahiyê de bidawî bû.   Îxbara der barê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê wek hinceta serdegirtinê hat nîşandan. Polîsan ku îxbar kirin hincet, bêyî biryara lêgerînê nîşan bidin ketin avahiya partiyê û nêzî 3 saetan berdewam kir. Polîsan avahî serobino kirin û dest danîn ser hinek alavan. Her wiha wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din yên hatine qetilkirin avêtin erdê.   Girseya qelebalix ya li ber avahiyê kom bû bertek nîşanê serdegirtinê dan û dirûşmeyên ‘zext nikarin me biçewisînin’ berz kirin.