Di pêvajoyê de girîngiya ‘komara demokratîk’ 2025-06-19 09:03:14     Derya Ren   RIHA-Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç pêvajoya Aştiyê ya di 1999’an de hatiye destpêkirin û pêvajoya ji meha cotmehê de ye didome, komara demokratîk nirxand û got: “Ger ku forma Komara demokratîk pêk bê di serî de Sûriye, Iraq û Îran, li Rojhilata Navîn wê modeleke ku mînak e bê avakirin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "aştî û civaka demokratîk" kir û piştî bangê jî PKK’ê di navbra 5-7’ê Gulanê de kongreya xw ya 12’emîn pêk anî û biryara feshê da. Vê gava PKK’ê li cîhanê deng da.   Der barê pêvajoyê de hîna gavek nehatiye avêtin. Di navbera tevgera azadiya Kurd û Tirkiyeyê de ji 1993’an het aniha dem bi dem pêvajoya aştiyê derket pêş. Di 1999’an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komek gerîla hatin Tirkiyeyê. Koma hat di serî de komara demokratîk, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riya demokratîkbûn û diyalogê esas girtin. Lê wê pêvajoyê hikûmet li şûna çareseriyê şer girantir kir.   Endama koma Aştiyê ya 1999’an de bi banga  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat û Kordînatora Lêkolînên Qada Civakî Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç der  barê pêvajoya wê demê û ya niha de nirxandin kir.   Pêvajoya 99’an   Yuksel Genç da zanîn ku pevajoya di meha cotmehê de dest pê kir wek rewşa nûkirî ya 99’an bê dîtin jî di navberê de cudahî hene û got: “ Di 99’an de bi banga Abdullah Ocalan re pêvajo hat desptêkirin. Gotibû bila PKK xwe fesh bike. Di wan salan de Birêz Ocalan nû anîbûn Tirkiyeyê. Dewletê dixwest li ser parçebûna rêxistineke ku lîderê wan girtiye xwe pêş bixîne.”   ‘Nirxa wê nehat zanîn’   Yuksel Genç balkişand ser banga Abdullah Ocalan ya wê pêvajoyê û çawa hatiye nirxandin û got: “Banga Birêz Ocalan ne wek stratejîk wek taktîk, demî û mijûlkirinê hatibû fêmkirin. Desthilatdarî û dewletê nirxa pêvajoyê nizanibû.”   ‘Di 99’an de rastiya herêmê ne wek îro bû’   Yuksel Genç wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê dewleta Tirk xwe li ser vesayeta leşkerî teşe dikir. Hegemonyayek siyasî ya ku argumanên siyasî yên Kemalîst derdixist pêş hebû. Ev mantalîteya li ser înkara Kurd hatibû avakirin de, encama derketibû holê wek serkeftina xwe didît. Rastiya herêmê ya wê pêvajoyê ne wek îro bû. Ji bo dewletên Rojhilata Navîn bi taybet jî netew dewletan li ser çar parçeyê Kurdistanê serdest modale netew dewlet esas digirti. Em Kurdistana Iraqê nehesibînin, li Kurdsitana Suriye û Îranê tevgerên cidî tunebûn. Rewşên ku forma netew dewletan derxistibûn holê hebûn.Niha em behsa lîderekî dîlgirtî nakin. Tevî 26 sal e girtiye hîna biryarên herî wêrek û radîkal bi rêxistina xwe dide girtin. Em behsa rêxistibûneke ku mezin bûye dikin.”   ‘Veguhertinek cidî hat jiyîn’   Yuksel Genç di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta niha ne teşeyê rêveberiya ku Kemalist û vesayeta leşkerî esas digire ye û wiha vegot: “Mantalîsteya dewletê bi hatina desthilatdariya îslamî siyasî re guherînên cidî jiya. Serdestên pergalê yên wê demê pirsgirêka Kurd çareser nekirin, ji 2003’an şûnde neçar ma pergala Tirkiyeyê ji bo veguherîne demorasî û îslama siyasî vebikin.”   ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfet tên dayîn’   Yuksel Genç anî ziman ku Rojhilata Navîn ya niha ne ya 99’an e û wiha daxuyand: “Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin. Birêz Ocalan wê demê got ew dixwazin pêşî li sêyemîn şerê cîhanê bigirin û hinceta derketina ji Sûriyeyê gotibû. Ji wê pêvajoyê heta niha guherînên hatine kirin derfetên mezin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd didin. Ger ku forma Komara demokratîk pêk bê di serî de Sûriye, Iraq û Îran, li Rojhilata Navîn wê modeleke ku mînak e bê avakirin.”