Meclîsa Îştar ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest 2025-06-23 10:03:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Mexmûrê ji bo Rehan Bayik peyama sersaxiyê da û got: "Dayîka Rihan ji berdewamiya çanda jina serhildêr dihat. Li ser vê çandê zarokên xwe mezinkir û zarokên wê bûn şoreşgerên herî kêrhatî yên Gelê Kurd."   Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), ji bo Rehan Bayik peyama sersaxiyê da.    Di di peyamê de wiha hat gotin:    "Dayîka Rihan ji berdewamiya çanda jina serhildêr dihat. Li ser vê çandê zarokên xwe mezinkir û zarokên wê bûn şoreşgerên herî kêrhatî yên gelê Kurd.   Jin afrînera yekem ya civakê ye, civak û civakîbuna mirov bi jinê destpêkiriye û bi wate buye. Civak amûra sereke ya berdewamkirina jiyana mirovahiyê ye ango jinê pergala sereke ya berdewamkirina jiyana mirovahiyê avakiriye.    Di hemû şer û pevçûnan de ya ku herî zêde bi qirkirinê re rû bi rû dimîne jine. Him wek jin çand û hebûna wê tê qirkirin, him jî zarokên ji bedena wê di van şeran de tên qetilkirin. Ji ber vê yekê şer û pevçûn li kuderê dibe bila bibe êşa herî mezin li jinê dide jiyankirin. Penaberî, qirkirin, zarokê xwe ji destdayîn, xîzanî û bê welatî hemu dibin êşê mezin û xwe li dest û lingê jinê dipêçin.    Ji ber vê jî dema bi qasî serê misqalê jî derfeta azadiyê dibîne, zarokên ku parçeyek ji canê wêne dikare bexşî azadiya gel û welat bike. Dayîka Rihan hertim xeyala welateke azad dikir û wek her dayîkekê êşên mezin jiyan kir.    Dayîka Rihan ji wan dayika yeke ku ewladekî wisa bi dil û can welatê xwe, doza Kurd û Kurdistanê ve girêdayî mezinkiriye. Em jî wek Meclîsa Îştar a Mexmûrê ji bo wefata dayîka Rihan sersaxiyê ji malbata birêz Bayik û dostên wan dixwazin."