Narîn Gezgor: Berpirsyariya herî esas li ser jin û ciwanan e 2025-07-17 09:03:43   Neslîhan Kardaş   AGIRÎ - Cigira Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor derbarê atolyeyên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku Meclîsa Jinan a DBP’ê pêk aniye de axivî û got: “Gelê Kurd wê di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd de wê van atolyeyên xwe pêk anîn.”   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 12’yê Nîsanê de civîn pêk anî. Di 14’ê Nîsanê de encamname aşkera kir. Yek ji biryara encamnameyê bi dirûşmeya ‘bi jina azad civaka demokratîk’ pêkanîna Îdeolojiya Rizgariya Jinan bû. Piştî biryaran atolye hatin destpêkirin û pêkanîna atolyeyan ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat organîzekirin. Li Gever û Îzmîrê atolye pêk hatin. Atolye hîna didomin.   Cigira Hevserokatiya Giştîya DBP’ê Narîn Gezgor, derbarê atolyeyên îdeolojiya rizgariya jinê de axivî.   ‘Em li gelek bajaran atolyeyan pêk tînin’   Narîn Gezgor da zanîn ku wek meclîsa jinan a DBP’ê meha Nîsanê de civîna xwe pêk anîne û biryara pêkanîna atolyeyan dane. Narîn Gezgor wiha vegot: “Me çarçoveya banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan de pêk anîn.Me biryara atolyeyên îdeolojiya rizgariya jinê girt. Em 5 rêgezan nîqaş dikin. Em riyên xwegîhandina serkeftinê, dîroka kolekirina jinê û lêgerîna azadiyê digirin dest.Em vê çarçoveyê de xebatan bimeşînin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Narîn Gezgor wiha bi lêv kir: “Pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin heman demê de guherînek mezin a hişmendî û zîhniyetê jî îfadedike. Di vê esasê de divê rêgezên îdeolojiya rizgariya jinê ya di 8’ê Adara 1998’an de pêşkêş kiriye divê bê zêdekirin û ji bo esasên azadiya jinan bikeve jiyanê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Pêvajoya guherînê didome’   Narîn Gezgor wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzîkatiya birêz Ocalan a li hember jinê di asta ku azadiya jinê dike navenda xwe e. Pêvajo didome. Pêvajoya guherînê didome. Em atolyeyên xwe didomînin. Heman demê de berpirsyariya dikeve ser milê jinan Kurdan û hevalan avakirina aştî û civaka demokratîke. Divê jin mîsyona pêşengiya civakî bîne cih. Pêkanîna aştiya civakî bi demokratîkbûna civakî û avakirina demokrasiyê pêkane.Em di pêvajoyek demokratîk de derbas dibin. Berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyên civakî.Em bang li hemû kesî dikin ku berpirsyariya xwe bîne cih.”