Şahidiya dema dîrokî: Ew ciwan tunebin Tirkiye tuneye 2025-07-19 09:05:00   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Hevseroka Komeleya Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal  ku tevli merasîma dîrokî bû der barê mijarê de axivî: “Em destpêka maratonê de ne. Ji bo civakê hewcedariya me bi ciwanên me heye. Bêyî piştgiriya van ciwanan Tirkiye jî tuneye.”   Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11’ê Tîrmehê de  Koma Aştî û Civaka Demokratîk li herêma Şikefta Casenê ya bejahiya Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Hevseroka Komeleya Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal  ku tevli merasîma dîrokî bû der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Em destpêka xeta maratonê de ne’   Fatma Bostan Unsal diyar kir ku pêvajoya destpêka meha Gulanê de dest pê kir her diçe şênber dibe û wiha got: “Pirsgirêka Kurd ji çekan pêkan nîne. Dewletê jî ev fêm kir. Ji ber israra di neçareseriyê de girsgirêk giran bûn. Niha em di destpêka xeta maratonê de ne. Divê em vê tune nehesibînin. Ez jî mexdura turbanê bûm. Bêguman em niha nîqaş nakin. Qedexe rabû û em êdî nîqaş nakin. Brê qedexe bû. Dema ku gavên erênî bên avêtin em êdî nîqaş nakin.”   ‘Ji bo aştiyê divê pênaseya hevpar hebe’   Fatma Bostan Unsal diyar kir ku pêvajo ji aliyê cuda ve cuda tê binavkirin û wiha vegot: “Divê pênasekirinek hevpar hebe. Ji aliyê kesên alîgirên desthilatdariyê ve wek ‘Tirkiyeya bê teror’ tê binavkirin. Gotin ‘pisgirêka Kurd tune ya terorê heye’. Lê mirovên ji vê pirsgirêkê bandor bûne hene. Divê Tirkiye êdî  bibin xwedî nêrînek hevpar. Sernavê ‘Tirkiyeya bê terorîst’  têr nake. Ji bo aştiyê zemînê aştî û demokrasî girîng e.”   ‘Mekanîzma çareseriyê meclîse’   Fatma Bostan Unsal wiha dirêjî dayê: “Navnîşana çareseriyê meclîse jî. Divê gavên demokratîk bên avêtin. Dema em dibêjin demokrasî divê mijar çarçoveya demokrasiyê de bên çareserkirin. Mekanîzmaya vê jî meclîse. Gava pratîk bêguman bi komîsyonê wê pêkan be. Piştî avakirina komîsyonê wê tespîtkirina pirsgirêkan he jî çareseriyê de biryar bên girtin."   ‘Peywir dikeve ser milê CHP’ê’   Fatma Bostan Unsal balkişand ser mîsyona CHP’ê jî û wiha dirêjî dayê: “Operasyonên li hember CHP’ê divê di mijara çareseriyê de bi CHP’ê şûnde gavê nede avêtin. Divê bi aktîf tevli pêvajoyê bibe. Divê peywira xwe bîne cih.”   Merasîma şewitandina çekan   Fatma Bostan Unsal ku tevli merasîma şewitandina çekan bû wiha got: “Gava hatiye avêtin divê wek ‘jestek’ girîng bê dîtin. Yek ji muxatabê pêvajoyê ‘Koma aştî û civaka demokratîk’ e. Demek dîrokî hat jiyîn. Min bawer nedikir ku evqas bi bandor be. Hebûna mirovên ciwan em pir hestiyar kirin. Em destpêka maratonê de ne.Ji bo beka civakê hewcedariya me bi ciwanên me heye. Bêyî piştgiriya van ciwanan Tirkiye jî tuneye.”