Sernavên ji civînên gel derketine pêş: Em bi partiya xwe bawer in 2025-07-30 09:31:40     MERSÎN - Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya  "aştî û civaka demokratîk" re bi tevlibûna gel hevdîtinên gel pêk hatin. Di civînan de baweriya bi partiyê û bangê derket pêş û her wiha ji ber dewletê gav navêtiye jî bêbaweriyek derdikeve holê.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga "aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ji bo aştiya civakî pêk bîne civînên gel da destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat plankirin ku di ser du hezar û 80’î re civînên gel pêk bên û bi dawiya Tîrmehê re du hezar civîn pêk hatine.   DEM Partiyê di bernameya meha Tebaxê de jî got wê pêvajoyê li kolanê pêş bixînin. Di vê çarçoveyê de wê daxuyaniyên girseyî, mîtîng û meş pêk bên. Sernavê bernameyan jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, polîtîkayên tecrîdê, hilweşîna ekolojîk û avakirina aştiyê ye.   Bala her kesî li helwesta dewletê ye   Di civînên pêk hatin de nûnerên DEM Partiyê bi nivîsa ku perspektîfa pêvajoyê vedibêje destpê dikin û piştre der barê pêvajo û pirsgirêkan de pêş dikevin. Piştî şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk şûnde niha bala her kesî li gavên dewletê ye.   Gel: Em bi partiya xwe bawerin   DEM Partiyê kolan bi kolan ji bo pêvajoya "aştî û civaka demokratîk" rêxistin bikin civîn pêk anîn û di civînan de yekane sernavê derket pêş; dewletê hîna gav navêtiye. Gel her wiha di civînan de sernavên ‘em bi partiya xwe bawerin bi dewletê ne bawerin’ derxistin pêş.   Helwesta desthilatdariyê tenê di gotinên pozîtîf de ma   Çarçoveya ‘aştî û civaka demokratîk’ de desthilatdarî di avakirina komîsyona li meclîsê de bi gotinên pozîtîf ma. Komîsyona ji 51 kesî wê pêk bê, ji AKP 21, ji  CHP’ê 10, ji DEM Partiyê 4, ji ÎYÎ Partî 3, ji Partiya Yenî Yol 3 parlamenter wê cih bigirin. Ji partiyên koma wan li meclîsê tune ye jî wê heryekê parlamenterek tevli bibe.   Ji DEM Partiyê Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Antalyayê Saruhan Oluç, parlametnera Stenbolê Cengîz Çîçek cih bigirin.   Tecrîd û binpêkirinên mafan   Pêvajo 7 mehe didome û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hîna didome. Li girtîgehan bi raporên ATK’ê hîna dermankirina girtiyan tê astengkirin. Bi biryarên kêfî yên Lijneya Îdarî û Şopandinê(ÎGK) tahliyekirina girtiyan tê astengkirin.   Pêşengiya jinan wê bibe serkeftinê   Ji bo avakirina civaka demokratîk divê binpêkirinên mafan bidawî bin û ev jî wê samimiyeta dewletê nîşan bide. Helwesta dewletê tê rexnekirin û di vê pêvajoyê de yekane tişta ku bi dewletê gavê bide avêtin mezinkirina têkoşînê ye. Di pêşketina pêvajoyê de rola jinan girînge.