Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hat ziyaret kirin 2025-08-01 19:06:07   RIHA – Şîna Berîvan Demîr(Faraşîn Berîtan Pirsûs) ya YJA Starî di roja sêyemîn de ji aliyê sedan kesî ve hat ziyaretkirin.   Berîvan Demîr (Faraşîn Berîtan Pirsûs) ya YJA Starî ku di 2019’an de di pevçûneke li qada Çemankê ya herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê  jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hat ragîhandin malbata wê li Pirsûsê şîn danî.  Di roja sêyemîn de ji aliyê sedan kesî ve şîn hat ziyaretkirin.   Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek kes çûn şîna li taxa Marut hatiye danîn. Di serdanê de dua hatin kirin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.