Gumanbarê destdirêjiya sîstematîk hat girtin 2025-08-02 18:17:02   ŞIRNEX – Li Cizîr a Şirnexê gumanbar M.O yê ku 8 salan destdirêjî li keça xwe ya 15 salî B.O  kir hat girtin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê gumanbar M.O yê ku 8 sale destdirêjiya sîstematîk li keça xwe ya 15 salî  kiribû hat giritn. B.O serî li emniyetê da û serlêdana sûc kir. Li ser vê bûyer derket holê. B.O da zanîn ku bavê wê M.O 8 sale destdirêjiya sîstematîk lê dike û li ser vê M.O hat binçavkirin. M.O li emniyetê qebûl kir ku zaroka xwe îstîsmar kiriye û îdia kir ku poşmane.   Di lêkolîna hat kirin de di telefona gumanbar de dîmenên destdirêjiya li zarokan tê kirin hat dîtin. Gumanbar M.G sewqê dadgeriya ceza sulh hat kirin û hat girtin.   Hat hînbûn ku zarok B.O jî xistine bin parastinê.