Li Rojhilat di meha dawî de 12 jin hatin qetilkirin 2025-08-02 20:10:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber serweriya mêr û tundiya li ser jinan di meha Tîrmehê de 6 jin hatin qetilkirin û 6 jî bi rengên guman jiyana xwe ji dest dane.   Rêxistina Mafê Mirovan a HANA der barê qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.   Li gorî daxuyaniyê di meha Tîrmehê de li Rojhilatê Kurdistanê 6 jin hatine qetilkirin û 6 jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dane.   Hate ragihandin ku jinên hatine qetilkirin ji aliyê xizmên xwe yên weke bira, bav, hevjîn û kesûkarên nêzîk ve hatine qetilkirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye 4 mehên ewil ên îsal 45 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin.