‘Ji bo aştiyê divê qada hunerê berpirsyariyê bigire’ 2025-08-09 09:04:49   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Endama Însiyatîfa Hûnerê ya Ji bo Aştiyê, sînemavana belgefîlman Elîf Ergezen der barê  êrîşên li hember hunerê û rola hunerê ya di aştiyê de axivî û got: “Pêvajoya aştiyê hema ji nişka ve dest pê nekiriye. Di encama bedelan de dest pê kiriye.Çi ji destê me bê em ê bikin. Em deyndarên kesên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane. Em pêvajoyê baş bimeşînin wê her kes bi ser keve.”   Qada hunerê ku hertim dibe hedefa polîtîkayên şerê taybet, li dijî vê hunermend hatin gel hev û Însiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ava kirin. Însiyatîf li dijî her cureyê êrîş, sansur û otosansurê têdikoşe. Însiyatîfê herî dawî Foruma Aştiyê pêk anî û ji bo pêvajoya aştiyê bang li hemû kesîkir. Endama însiyatîfê sînemavana belgefîlman Elîf Ergezen der barê êrîşên li hember hunerê û rola jinan a di aştiyê de axivî.   ‘Însiyatîfa Hunerê ya ji bo Aştiyê’   Elîf Ergezen da zanîn ku ji 2015’an heta niha ji ber polîtîkayên şer yên giran bûne civakê êşen giran jiyane û bêguman bandor li ser qada hunerê jî bûye. Elîf Ergezen wiha domand: “Pergaleke ku tundî li her qadê bi awayekî sîstematîk pêk anî ava bû. Encama vê de qada hunerê jî bi êrîş, sansur, otosansurê re hat rû hev. Hilberandin, çêkirina fîlman, nîşandana fîlman zehmet bû. Bi taybetji berê de li hember hunermendên Kurd, sînemavanên Kurd zext û sansura mezin hebû. Di 10’ê cotmehê de hemû rêxistinên demokratîk, azadîxwaz, komên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl li Enqereyê hatin gel hev û li hember wan êrîş pêk hat.Tiştên li Sûrê hatin jiyîn. Êşên mezin hatin jiyîn. Bêzarbûn û hêvîtî mezin bû. Ji be vê me xwest em vê însiyatîfê ava bikin.”   ‘Divê em hemû piştgiriyê bidin bangê’   Elîf Ergezen bal kişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û wiha dirêjî dayê: “Ev bang berpisyariyê dide her kesî. Em kedkarên qada hunerê jî divê piştgiriyê bidin vê bangê. Ji ber ku ev tenê bi şewitandina çekan ne pêkane. Ew destpêkek bû. Lê piştî wê pêvajoyek dirêj heye. Divê ji ber vê hemû aliyên civakê di mijara aştiyê de berpirsyariya xwe bînin cih.”   ‘Em êdî naxwazin belgefîlmên şer çêbikin’   Elîf Ergezen bal kişand ser foruma aştiyê ya pêk anîne û got di encama nîqaşan de hewcedariya avêtina gavan derketiye holê û ev nirxandin kir: “Pêvajoya aştiyê hema nişkave destpê nekiriye. Encama bedelan de destpêkiriye. Bibîrixistina van girînge. Li welatê me azadiya fikr û ramanê tuneye. Di mijara azadiyê de divê em hewl bidin. Me wek kolektîf xwest hinek tiştan bikin, bên gel hev. Me got em hunerê di vî alî de çawa bi rêve bibin. Me li ser vê fikr û nêrîn parve kirin. Ev jî girîng û watedar bû. Em naxwazin êdî belgefîlmên şer çêbikin. Zanîna her êşê û qebûlkirin wê piştgiriyê bide avabûna aştiyê. Aştî wê bandorek mezin li ser hunerê bike. Em di bin zextên cidî de ne. Em nikarin hilberînin û biaxivin. Aştî wê bi her kesî bide qezenckirin. Divê em bi sebir bin. Silav ji hemû kesên ku jiyana xwe  dane ser aştiyê.”