Ji Koma Aştiyê ya Rexneyî komxebat 2025-08-09 12:44:28   AMED - Ferda Fahrîoglu ya ku di Koma Aştiyê ya Rexneyî ya li Amedê de axivî got, "Divê ku her qorekî aştiyê bi hev re bê hûnandin û ji hemû aliyan kes tê de cih bigirin.    Tora Aştiyê ya Rexneyî li Amedê bi tevlîbûna 50 rêxistinên sivîl "Komxebata Aştiyê ya Amedê" li dar xist. Komxebat li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin. Ji sekreteryeya torê akademisyen Ferda Fahrîoglû destpêkê axivî.   Ferda Fahrîoglûyê diyar kir ku ew bi 50 rêxistinên ku têkoşîna aştiyê dimeşînin re hatine ba hev û got: “Di vê aştiyê de ne tenê dewlet, me xwest ku her kes di nava vî karî de be. Ji bo aştiya bi hev re, me xwest bixebitin.”    Ferda Fahrîoglûyê destnîşan kir ku divê civaka sivîl di pêvajoya aştiyê de aktîf bi rola xwe rabe û got: “Divê em her gava aştiyê bi hev re bavêjin, divê her kes di van gavan de cih bigire.”   Ferda Fahrîoglûyê di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya avakirina Tora Aştiyê ya Rexneyî û bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd salên dirêj weke pirsgirêka “terorê” hat nirxandin. Ferda Fahrîoglû got, di Tîrmeha 2024’an de hîna pêvajoya aştiyê ne di rojevê de bû, 15 sazî hatin ba hev û tor hate avakirin.   Ferda Fahrîoglûyê ragihand ku ji ber pirsgirêka kurd zêdeyî 50 hezar caran maf hatin binpêkirin û herî kêm nêzî milyonek kes bi rengekî travmatîk ji vê pêvajoyê bandor bûn û got ku divê teqez rêxistinên civakî yên sivîl û kesên rasterast ji pêvajoyê bandor bûne, di komîsyonên jêr ên Komîsyona li meclisê de cih bigirin.   Ferda Fahrîoglûyê bal kişand ser girîngiya merasîma berdana çekan û ev tişt got: “Divê ji bo avakirina aştiyê, nêzîkatiyeke berfireh a ku hemû beşan temsîl dike, were raberkirin.”   Komxebat piştî axaftina vekirinê, bi rûniştinên ji çapemeniyê re girtî dewam kir.