Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan e’ derket 2025-08-11 09:07:17     AMED - Rojnameya Xwebûnê di vê hejmarê de manşeta “Pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan e” derxist pêş.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 295'emîn de bi manşeta “Pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan e” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih da hevpeyvîna Xecê Şen a bi Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel re.  Sebehat Tuncel dibêje; “Ev pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin û bi xwe di navenda wê de ye, ne tenê ji bo çareserkirina meseleya kurdan û Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya li Rojhilata Navîn jî girîngiyek pir bi wate dihewîne. Ev pêvajo paradîgmayeke nû aşkere dike ku tê de gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dikarin li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad bi hev re bijîn. Paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku ji hêla Birêz Abdulalh Ocalan ve hat pêşxistin, alternatîfeke nû ye ku li dijî modernîteya kapîtalîst peşkeş kiriye, ku hem çareserkirina pirsgirêkan û hem jî rizgarî û azadiya hemû mirovahiyê armanc dike. Di vî warî de, ev pêvajo ji bo afirandina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji bo şer, kaos û pevçûnên li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek dîrokî ye. Divê mirov vê pêvajoyê tenê wekî bêbandorkirina çekan nehesibîne. Bêgûman ev aliyekî girîng e, lê ya ku bi rastî girîng ev e; Em ê çawa jiyaneke azad û komînal ava bikin?”   Rojname di vê hejmara xwe de ji mijarên têkildarî jin, polîtîka û civakê û gelek mijarên balkêş derxistin pêş. Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Serdil Akdag, Arslan Ozdemîr, Adar Jiyan, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Medenî Ferho,  Serdar Altan, Hogir Berbir, Dr. Rodî Zinar, Mamoste Silêman, Mehmet Emîn Gokdemîr, Fatma Taşli Tûnç, Weysî Varli û Mûsa Şanak, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.