Dê cenazeyên 22 Êzidiyan bi girseyî bên definkirin 2025-08-11 15:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN -Cenazeyên 22 qurbaniyên Êzidî yên ku di fermana 2014’an de hatin qetilkirin, wê 13’ê Tebaxê, bi merasîmekê werin veşartin.   Di êrişên hovane yên DAIŞ’ê de, bi hezaran Êzidî hatibûn qetilkirin û li gorên komî hatibûn veşartin. Her çend hikûmeta Iraqê ji sala 2019’an ve dest bi vekirina van goran kiribe jî heta niha gelek gor hê jî nehatine vekirin û malbatên qurbaniyan li bendê ne.   Li gorî agahiyan, heta niha 100 gorên komî û ferdî hatine dîtin, ji van tenê 55 gor hatine vekirin û gelek jî li benda vekirinê ne.   Ji gorên vekirî 750 cenaze hatine derxistin, lê tenê nasnameya 264 kesan hatiye eşkerekirin. Di dema dawî de, bi rêya testa DNA’yê, navên 22 kesên din jî hatine zelalkirin û wê di 13’ê Tebaxê de ji bo kes û karên wan bêne şandin.   Cenaze wê 12’ê Tebaxê ji Tiba Edlî ya Mûsilê werin girtin. Merasîma veşartina wan a giştî wê sibeha 13’ê Tebaxê li Şengalê bê lidarxistin.   Di merasîmê de wê wesîqeyên şehadeta wan ji aliyê kes û karên qurbaniyan ve radestî malbatên wan werin kirin û ew ê bi axê werin spartin.