Civînên jinan ên Şaredariya Sûrê berdewam dikin 2025-08-12 14:53:29   AMED -Fatma Gulan Onkol ku bi jinên li Sûrê re civiya, got, "Em dixwazin ev bajar ji hêla jin û zarokan ve were birêvebirin."   Li Taxa Cevatpaşa ya Sûrê ya Amedê, bi beşdariya Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsê û nûnerên Muduriyeta Jinan, civînek jinan hate lidarxistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn.   "Hûn pêşengên vê civakê ne"   Fatma Gulan Onkol diyar kir ku Navenda Piştgiriya Jinan ji bo jinan xizmetê dike û jin dikarin ji bo hemû hewcedariyên xwe bi navendê re têkilî daynin û wiha berdewam kir "Em dixwazin ev bajar ji hêla jin û zarokan ve were birêvebirin. Ez îro ne wekî hevşaredar, lê wekî heval û hevrêyek bi we re me. Hûn jin ne bi tenê ne; bi hev re, em ê barê xwe sivik bikin. Hûn pêşengên vê civakê ne; hûn jiyanê dihûnin û rêxistin dikin. Em ê bi hevgirtinê gelek pirsgirêkan çareser bikin."   'Sûr a me hemûyan e'   Jinan di civînê de daxwaza nûkirina taxên xwe, vekirina qursên pîşeyî û organîzekirina çalakiyên civakî kirin. Fatma Gulan Onkol axaftina xwe bi gotina "Sûr a me hemûyan e; divê em bi hev re wê biparêzin û ji bo pirsgirêkên wê çareseriyan bibînin." bi dawî kir.