Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 110 kes hatin darvekirin! 2025-08-12 15:00:47     NAVENDA NÛÇEYAN -Li gorî kampanya 'Sêşema Na ji cezayê darvekirinê re' tenê vê mehê 110 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin darvekirin.   Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 81’ an de, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir.   Li gorî kampanyayê, ji serê vê meha Tebaxê ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 110 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.   Her wiha hate gotin ku girtiyê siyasî yê Beluçî ê bi navê Amir Perkî, li girtîgeha Zahîdan ji bo hûcreya yek kesî hatiye veguhestin û metirsiya darvekirinê li ser heye.   Li gorî heman daxuyaniyê, 5 girtiyên siyasî yên bi navê Wehîd Binî Eamiryan, Puya Qubadî, Babik Elî Pur, Ekber Danişurkar û Mihemed Teqewî ji bo girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê hatine veguhestine ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye sepandin.   Kampanyayê ragihand ku du welatiyên girtî yên bi navê Babik Şehbazyan û Umêd Tebarî Muqedem veguhestine girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê û dirêde hatine êşkencekirin.   Kampanyayê bang li xizmên girtiyên siyasî kir ku cezayê darvekirinê yê li zarokên wan tê birîn neveşêrin û bi eşkereyî belav bikin. Kampanyayê bang li xizmên girtiyên siyasî, welatiyên Kurd û Îranê yên navxwe û derveyî welat kir ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin û rabin ser xwe.