Civîna Komîsyonê bidawî bû:Demokratîkbûn wê pêşiya aboriyê jî vebike 2025-09-12 18:23:11     ENQERE - Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê ku  saziyên karsazan hatin guhdarîkirin, bi dawî bû. Di civînê de hat diyarkirin ku wê aştî aramiyê nav civakê de ava bike û wê pêşiya aboriyê jî vebike.   Civîna 9'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin  bi dawî bû. Di civîna 9'an de nûnerên Yekitiya Oda û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB), Yekitiya Odaya Ziraatan a Tirkiyeyê (TZOB), TESK, TÎSK, TUSÎAD û MUSÎADê hatin guhdarkirin.   Di serî de Serokê TOBBê Rifat Hasircikoglu axivî. Rifat Hasircikoglu bi lêv kir ku şer dibe sedema pirsgirêkên aborî û ev tişt gotin: “Demokrasî, yekitiya me ya bingehîn e; divê her kes bi bi awayekî azad xwe îfade bike. Çareseriya hemû pirsgirêkan demokrasî ye.”   Piştre jî Serokê TESKê Bendevî Palandoken axivî. Bendevî Palandoken bi lêv kir ku aştî, aramiyê li nava civakê belav dike û got ku pêşiya aboriyê jî vedike.   Piştre Serokê TÎSK'ê Ozgur Burak Akkol axivî û ev tişt gotin: “Şer zirareke mezin daye aboriya Tirkiyeyê lê aştî dikarê aboriya Tirkiyeyê mezintir bike.”   Serokê ASKONê Orhan Aydin jî destnîşan kir ku di rewşa nearamî ya siyasî û pêvûnan de aborî û hilberîn jî domdar nabe û got ku ew ê piştgiriya pêvajoyê bikin.   Serokê MUSÎADê Burhan Ozdemîr jî diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin pêvajoyê û bi daneyan bandora şer a li ser aboriyê vegot.   Serokê TZOPê Ahmet Bahadir jî têkildarî bandora şer a li ser aboriyê nirxandin kir.   Serokê TUSÎADê Ozan Dîren jî bi heman awayî li ser bandora şer û aboriyê sekinî û bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.   Civînên Komîsyona Meclîse di 17ê Îlonê de dê bi guhdarkirina akademîsyenan berdewam bike.